Qedrî Cemîl: Hebûna Kurdan di Komîteya Destûrê de şeklî ye

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Platforma Moskowê ya Mixalefeta Sûriyeyê Qedrî Cemîl ragihand ku "Hebûna Kurdan di komîteya destûrê ya Sûriyeyê de şeklî ye."

Serokê Platforma Mosko ya Opozîsyona Sûriyê Qedrî Cemîl ji Rûdawê re behsa Komîteya Destûra Sûriyê kir.

Qedrî Cemîl ji Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Moskowê Kamîz Şeddadî re got, beşdarbûna Kurdan di Komîteya Destûrê ya Sûriyeyê de tiştekî şeklî ye û ne hebûneke cidî ye.

Derbarê beşdarnebûna Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD) ya di komîteyê de, Qedrî Cemîl got, Amerîka ji wê yekê berpirs .

Qedrî Cemîl anî ziman ku Amerîkayê ji MSDyê xwest ku ji danûstandinên di navbera aliyên Sûriyeyê de bi dûr bikeve.

Bi gotina Qedrî Cemîl MSD hate xapandin û piştre jî hatiye piştguhkirin.

Serokê Platforma Moskowê ya Mixalefeta Sûriyeyê herwiha got bêyî MSDyê çareserî çênabe lê divê xwe ji Amerîkayê dûr bixe.