ALMANYA - Jineke 65 salî li nexweşxaneyê gelek kes dîl girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li nexweşxaneyeke bajarê Aachenê yê Almanyayê jineke 65 salî gelek kes dîl girtine.

Polîsan bi çekên sivik û giran derdora nexweşxaneyê dopêç kiriye.

Li gorî medyaya Almanyayê çekdarekî/ê li Nexweşxaneya Luisenê ya bajarê Aachenê gelek kes dîl girtine.

Herwiha polîsan rêyên derdora nexweşxaneyê ji çûn û hatinê re girtine û ji welatiyan xwest ku xwe ji cihê bûyerê dûr bixin.

Polîsên Aachenê derbarê mijarê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir û got:

“Niha li derdora Nexweşxaneya Luisenê operasyoneke mezin a polîsan pêk tê. Dê rê bên girtin û trafîka hesinî bê sînordarkirin.

Bi qasî ku pêkan xwe ji herêmê dûr bixin. Polîsê Aachenê ji bo we li ser kar e.”

Polîsan di beşeke din a daxuyaniya xwe de ragihand, “Polîs û tîmên agirkujê niha li nexweşxaneya Luisenê ya Aachenê li ser kar in.

Niha îşaretên rewşeke xeternak heye. Derdora nexweşxaneyê hatiye dorpêçkirin.”

 

Li gorî zanyariyên destpêkê “gumanbar” jin e û 65 salî ye.

Heta niha kuştî û birîndar hene yan na ti zanyariyê nehatine bidestxistin.

 

Tê nûkirin...