Koça bijîşkan a ber bi Almanyayê ve roj bi roj zêdetir dibe

04-03-2024
RÛDAW
Nîşan Bijîşk Almanya Tirkiye Koç
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên Odeya Bijîşkên Federal a Almanyayê hejmara bijîşkên ku bi pasaporta biyanî dixebitin 60 hezar kesî derbas kiriye û ji wan 2 hezar 628 bijîşk ji Tirkiyeyê ne.

Li seranserî Tirkiyeyê koça bijîşkan a welatên din berdewam e û rojane hejmara bijîşkên ji ber şert û mercên kar koç dikin zêde dibe.

Li gorî amarên Odeya Bijîşkên Federal a Almanyayê heta 31ê Kanûna Pêşîna 2023yan li Almanyayê 63 hezar û 763 bijîşkên ku bi pasaporta biyanî dixebitin hene.

Herwiha ev hejmar sala 2013yan 30 hezar bijîşk bûye ku di nav deh salên dawî de hejmara bijîşkên biyanî du qat zêde bûye.

Hat ragihandin ku li Almanyayê bi hejmara 6 hezar û 120 bijîşkan Sûriye di rêza yekemîn de ye û piştî wê jî bi 4 hezar û 668 bijîşkan Romanya tê.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan sala 2022yan ji bijîşkên ji ber şertên jiyanê û debarê ji Tirkiyeyê koç dikin re gotibû:

“Bijîşk bi hinceta ku kêm pere werdigirin diçin derve. Berdin bila herin. Ev der vala namîne.”

Lê piştî wê bangê bi salekê 2023yan Erdogan ji bo propagandaya hilbijartinan vîdeoyek belav kir û bangî bijîşkên koçî derveyî Tirkiyeyê kirine kir ku vegerin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst