NATO: Em navçeya dijefirînê li Ukraynayê pêk nayînin û hêz naşînin

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg derbatê encama civîna îro de ragihand, ew navçeya dijefirînê li Ukraynayê pêk nayînin û hêzên xwe naşînin nav Ukrayna, lê tekez kir ku ew dê alîkariya hêzên Ukraynayê bikin.

Metirsiya li ser welatên din

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg îro, 04/03/2022, di kongreyeke rojnamevanî de biryarên civîna welatên endamên NATOyê ragihandin û got, “Dibe Rûsya hizra êrîşkirinê bo ser welatên din jî bike. Nabe ku em rê bidin şer berfireh bibe û welatên din jî bigire.”

Jens Stoltenberg li ser rewşa şer ragihand, “Hêzên Rûsyayê çekên zêdetir dibin nav Ukraynayê” lê bi gotina wî, “Şiyana berevaniyê ya hêzên Ukraynayê zêdetir bûye.”

`Serok Putin nikarî me belav bike`

Sekreterê Giştî yê NATOyê daxwaz ji Putin kir “demildest êrîşên xwe rawestîne” û got, “Êrîşa Rûsyayê dê bandoreke nerênî li ser peywendiyên wê yên ligel NATOyê bike. Serok Putin nikarî me belav bike. Tişta ku li Ukraynayê çêdibe trajedî ye.”

Sekreterê Giştî yê NATOyê got, “Serok Putin ne di wê bawerê de bû ku Ukraynî bi vî awayî berevaniyê bikin. Alîkariyên me yên bo Ukraynayê sedemek bû ku bikarin berevaniyê bikin.

Hêzên Rûsyayê îro dest bi ser mezintirîn santrala etomî ya Ewropayê de girt û Sekreterê Giştî yê NATOyê dibêje, “Armanckirina wêstegehên  etomî amajeyeke tirsnak e.”

Mijara navçeya dijefirînê li Ukraynayê

Rêveberiya Ukrayna ji destpêka şer ve daxwaz dike navçeya dijefîrnê bê avakirin û esmanê Ukrayna li firokeyên Rûsyayê bê qedexekirin, lê Sekreterê Giştî yê NATOyê tekez kir, “Me biryar daye ku neçin nav Ukraynayê. Em nikarin navçeya dijefirînê li Ukraynayê pêk bînin. Em nabin beşek ji şerê di navbera Ukrayna û Rûsyayê de.”

Di dewama axaftina xwe de Sekreterê Giştî yê NATOyê got, “Em alîkariyên xwe ên leşkerî bo Ukraynayê zêdetir dikin. Em cezayên xwe ên li ser Rûsyayê zêdetir dikin. Welatên cîhanê sîstemên dijemûşekî û dijefiroke dane Ukraynayê. Em ji sala 2014an ve alîkariyên leşkerî pêşkêşî Ukraynayê dikin.”

Hêzên li Rojhilatê Ewropayê

Li gor Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg “Putin dixwaze ewlehiya Rojihilatê Ewropayê têk bide” û li hember vê jî dibêje, “Me hejmara hêzên xwe li Rojhilatê Ewropayê zêdetir kirine

Sekreterê Giştî yê NATOyê amaje bi wê jî kir ku wan piştgiriya Gurcistanê û Bosnayê kiriye û got, “Metirsiyên Rûsyayê bo ser Gurcistan û Bosnayê zêdetir bûne.”

Herwiha Sekreterê Giştî yê NATOyê Rûsya bi “binpêkirina yasayên navdewletî yên şer” tometbar kir.