150 xwendekarên Kurd li Ukrayna asê mane

04-03-2022
RÛDAW
Nîşan Ukrayna
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Ukraynayê ji ber êrîşa Rûsyayê 150 xwendekarên Kurd ku xelkê parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ne, asê mane.

Ew xwendekarên Kurd roja Pêncşembê 3ê Adara 2022 di rêya tora civakî ya Twitterê re twîtek belav kirine û ragihandine ku hejmara wan 150 kes e û xelkê bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê ne.

Rojnamevan, Oktay Candemir duh şev ew zanyarî belav kiriye û li ser twittera xwe rafihandiye “150 kesên ji Wanê yên li Ukraynayê asê mane, dixwazin alîkariyê bidin wan. “

Ji ber berdewamiya êrişên Rûsyayê bo ser Ukraynayê, xwendekar di rewşeke zehmet de dijîn û nikarin dengê xwe bigihînin ti kesî.

Xwendekarên Kurd ên li Ukraynayê daxwaz kirine ku xelk di hawara wan de biçin û alîkariya wan bikin ji bo ku bikaribin xwe bigihînin cihekî ewle.

Li gor amarên fermî yên Tirkiyê, nêzîkî 5000 xwandekarên Kurd ku xelkê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ne, di zanîngehên Ukraynayê de dixwînin, herwiha ji îlona 2021 ve 1700 xwendekarên nû li Ukraynayê dest bi xwendinê kiribûn.


 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst