Amerîka beriya Çînê gihişt balafira F-35

04-03-2022
RÛDAW
Nîşan F-35 Çîn Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Deryayî yên Amerîkayê bermahiyên balafira şer a F-35C a ku meha Çileyê li Derya Çînê ya Başûr ketibû, derxistin.

Fîloya 7emîn a Amerîkayê ya ji herêma Pasîfîkê berpirs di derbarê balafira F-35 a Amerîkî ku di meha çileyê de ketibû Derya Çînê ya Başûr de daxuyaniyek da û tê de ragihand ku balafir bi vînça keştiyê ji kûrahiya 3 hezar û 780 metre hatiye derxistin.

Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat diyarkirin ku bermahiyên balafirê ji bo lêkolînkirina sedema qezayê wê bibin baregeheke li derdorê û di demeke pêş de dê bişînin Amerîkayê.

Balafira F-35C ya ku bihayê wê 100 milyon dolarî ye di 24ê Çileya 2022an de di dema manoreke serbazî ya li Derya Çînê ya Başûr dema ku xwest xwe li ser ser keştiye balafiran a Carl Vinson deyne, ji paş ve li keştiyê xist û ketibû deryayê, û di encamê de tevî pîlot 6 serbaz birîndar bûbûn.

Piştî bûyerê di navbera Amerîka û Çînê de pêşbirkeke ku kî xwe zû bigihîne bermahiyên balafira F-35C dest pê kiribû.

Şîroveyên wiha dihatin kirin ku dibe ku Çîn hewl bide ku beriya Amerîkayê xwe bigihîne kavilan da ku sirên vê balafira biha û nûjen bi dest bixe.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst