Rûsya: Tirkiye tirkmanan li şûna Kurdan niştecih dike

04-03-2020
RÛDAW
Nîşan Efrîn Koçber Kurd Tirkmen Rojava Rûsya Wezareta Derve ya Rûsyayê
A+ A-

Hewêr (Rûdaw) - Rûsyayê, Tirkiye bi guhertina demografîka navçeyan li dijî Kurdan tohmetbar kir.

Serokê Navenda Rûsî ya Lihevhatinê li Sûriyê, Oleg Zhuravlev ragihand ku Tirkiye Kurdan ji herêmên wan derdixe û Tirkmanan li şûna Kurdan niştecî dike.

Zhuravlev diyar kir ku bi sedema oporasyona Tirkiyê ya li dijî Efrînê ku navê Çiqlê Zeytûnê lê kiribû, 250 hezar kes hatine koçberkirin ku piraniya wan Kurd in.

Bi gotina Oleg Zhuravlev, di operasyona li dijî Serê Kaniyê û Girê Spî de jî, ku Tirkiyê navê Kaniya Aştiyê lê kiribû, 135 hezar kes hatine koçberkirin ku piraniya wan Kurd in.

Li gor vê navenda ser bi Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ve, ji encama operasyonên dawî li Idlib û Helebê, 50.000 kes ji Idlibê û rojavayê Helebê li Efrînê hatine niştecîkirin.

Serokê Navenda Rûsî ya Lihevhatinê li Sûriyê destnîşan kiriye, di destpêka sala 2020an de, hejmara nişteciyên Idlibê 1.800.000 kes bûye ku ji wan 210.000 kes li wan navçeyan in ku artêşa Sûriyê kontrol kirine û piştî operasyonên serbazî, 100.000 kes ji wan koçberî navçeyên sînorî bûne, herwiha 50.000 kes jî çûne navçeyên li jêr destê hêzên hikûmeta Sûriyê.

Oleg Zhuravlev got, ji ber şer û aloziyên vê dawiyê yên li Idlibê, tenê 35.000 kes derbasî nav axa Tirkiyê bûne.

Di heman daxuyaniyê de, tê gotin ku tişta niha li Idlibê rû dide cîbicîkirina rêkeftina Soçî ye û tevahiya îdiayên Tirkiye, Amerîka û Yekîtiya Ewropayê derbarê koçberbûna bi milyonan kesan de dûr in ji rastiyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst