Li Washingtonê rewşa rojhilatê Feratê hat gotûbêjkirin

05-03-2019
RÛDAW
Vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê weke metirsî hat şîrovekirin
Vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê weke metirsî hat şîrovekirin
Nîşan Amerîka Sûriye MSD HSD YPG Rojavayê Kurdistanê Cumane Qeddûr Bessam Ishaq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Encûmena Sûriya Demokratîk li Waşintonê ragihand ku  ku eger hêzên Amerîka bilez ji Rojhilatê Feratê vekişin, dê Îran berê xwe bide vê deverê û rê li ber êrîşa Tirkiyê jî tê vekirin.

 

Di konfranseke rojnamevanî de li peymangeha lêkolînên siyasî ya ser bi zanîngeha Hudson li Washingtona paytexta Amerîkayê, pirsa vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê û bi taybetî ji rojhilatê Feratê di navbera nûnerê Encûmena Sûriya Demokratîk Bessam Ishaq, pispora destûrê Sûriyê Cumane Qddûr û çend berpirs û lêkolînvanên Amerîkî de hat gotûbêjkirin, hemû beşdaran derbarê vekişandina jinişkave ya hêzên Amerîkayê de tirs û nerînên xwe anîn ziman.  

 

Pispora destûra Sûriyê, Cûmana Qedûr jî daxuyakirin, ku divê stratejiyeke nû bê danîn, daku aramî li Sûriyê bê parastin û proseya jinûve avakirinê destpê bike.


Pispora destûrê Sûriye Cumane Qeddûr wiha got: “Bi baweriya min me girîngî bi awayekî serekî daye rola leşkerî ya Amerîkayê. Herwiha helwesta Hêzên Sûreyeya Demokrat, û çawa ew yek bê girêdan bi berjewendiyên Amerîkayê, hevdem jî bi berjewendiyên hevpeymanên me, piştre em derbarê çekdarên DAIŞê de axivîn, û vegera wan bo Amerîka û Ewropayê. Herwiha em derbarê jinûavakirina Sûriyê û pirsa aramiyê de jî axivîn, ez dibînim niha gelekî zehmet e ser daxwaziyên sala 20011ê, divê em stratîjyayan deynin, daku di demek nêzîk de çi ji Sûriyê re bikin.”

 

Bi baweriya Meclisa Sûriyeya Demokrat ku wek baskê siyasî yê Rêveberiya Xweser li bakur û rojhilatê Sûriyê tê naskirin, vekişandina hêzên Amerîkayê ji navçeyê berî çareseriyek siyasî bo kirîza Sûriyê, dê rê bide Tirkiye û Îranê û aliyê din ku deverên HSDê ji DAIŞê kontrol kirine ew hêzên xwe lê bicîh bikin.

 

Nûnera Meclisa Sûriyeya Demokrat Bessam Ishaq jî got: “Tiştekî normal e ku vekişandina leşkerî ya ji nişka ve valabûnekê çê bike, ku hemû alî dixwazin wê valabûnê dagirin. Eger vekişandinek ji nişka ve, zû û bê plan bi tevahî ya hêzên Amerîkî ji rojhilatê Feratê çêbû, ev dê rê bide aliyên din derbas bibin.  Îran xwe amade kiriye, herwiha Tirkiye her roj dibêje ku dê derbasî navçeyê bibe.”


Dawiya sala borî Serokê Amerîkayê Donald Trump ji nişka ve ragihand,ku dê hêzên welatê xwe ji Sûriyê vekişîne, vê yekê jî hevpeymanên Amerîka di şerê dijî DAIŞê de, YPG-HSD û aliyên peywendîdar şok kirin, lê piştre Trump pirsa vekişandina ji nişka ve xist warê vekişandinek plankirî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst