Hewlêr (Rûdaw) - Li Ekvadorê zarokeke 9 mehî ya ku dêya wê di êrişekê de hatibû kuştin, dema bi çarlepkî diçû li ser rê hat dîtin.
Li Ekvadorê (welatekî li Amerîkaya Başûr e), pitika 9 mehî ya ku dêya wî di êrişeke bi çekan de hatiye kuştin dema li ser rêyekê bi çarlepikan diçû kesek rastî hat.
Li gorî nûçeyên medyaya Ekvadorê, li taxa Atahualpa û Anconê ya eyaleta Santa Elenayê kesekî pitikeke 9 mehî dît ku li ser rêyeke vala bi çarlepkî diçû û dihat.
Yekîneyên operasyonan ên girêdayî Polîsê Neteweyî yê Ekvadorê li ser agahdarkirinê çûne wê derê.
Li nêzîkî taxê termek hat dîtin û polîsan tesbît kir ku yê dêya wê pitikê ye.
Piştî lêkolînê hat diyarkirin ku dêya pitika 9 mehî Rosa Yanina Vargasa 28 salî bi çekê hatiye kuştin.
Li gorî nirxandina polîsan, Vargas ji aliyê êrişkeran ve hatiye rawestandin û êrişkaran ew gulebaran kiriye.
Pitika 9 mehî piştî kontrolên li nexweşxaneyê radestî dapîra wê hat kirin.
Hat ragihandin ku bavê pitikê berî çend mehan ji ber nexweşiyê miriye.
Divê were gotin ku Ekvador ji sala borî ve bi bûyerên tundiyê re mijûl dibe û ji destpêka salê ve 700 kes hatine kuştin.
Polîsan ji bo girtina êrişkeran dest bi operasyoneke berfireh kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse