Yekîtiya Ewropayê: Em dixwazin li gel Tirkiyeyê pêwendiyên nêzîktir ava bikin

04-02-2024
RÛDAW
Nîşan Yekîtiya Ewropayê Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yekîtiya Ewropayê ragihand ku ew dixwazin di demeke kurt de hevkariya xwe ya li gel Tirkiyeyê kûrtir bikin û cûdahiyên di navbera her du aliyan de nehêlin.

Wezîrên Karên Derve yên Yekitiya Ewropayê doh li Bruksela paytexta Belçîkayê civiyan.

Yek ji rojevên cîvînê pêwendiyên Yekîtiya Ewropayê yên li gel Tirkiyeyê bû.

Nûnerê Bilind ê Polîtîkaya Ewlehiyê û Pêwendiyên Derve yê Yekitiya Ewropayê Josep Borrell û Wezîra Karên Derve ya Belçîkayê Hadja Lahbib, piştî civînê daxuyaniyeke hevbeş da çapemeniyê.

"Divê pêwendiyên nêzîktir hebin"

Borel da zanîn, hemû welatên endamên Yekîtiya Ewropayê hevdeng in ku pêwendiyên nêzîktir li gel Tirkiyê ava bikin û got:

“Divê em ji bo dûrketina ji rûbirûbûnan û hevkariya di meseleya Qibrisê de li gel Tirkiyeyê pêwendiyên zêdetir ava bikin û li ser qadên ku berjewendiyên me hevbeş in kar bikin.

Herwiha divê em ji wan meseleyan dûr bikevin ku me ji hev dûr dixin.”

Derbarê serbestiya vîzeyê ya ji bo welatiyên Tirkiyeyê jî Josep Borrell got:

“Derbarê avakirina pêwendiyên bihêz li gel Tirkiyeyê her kes hevnêrîn e lê ev yek dê bi pêşhatan ve girêdayî be.

Ez bi xwe nizanim ka dê derbarê vîzeyê çi bibe. Îro ew mijar nehat gotûbêjkirin.”

“Tirkiye hevbeşeke sereke ye”

Wezîra Karên Derve ya Belçîkayê jî ragihand ku Tirkiye her diçe di qada navdewletî de dibe hevbeşeke girîng a stratejîk û got:

“Tirkiye hevbeşeke sereke ye. Em dixwazin li ser cudahiyên di mijarên serweriya hiquqê, demokrasî, serbixweyiya darazê û Qibrisê de demeke nêzîk li gel Tirkiyê gotûbêjan bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst