Piştî êrişên Amerîkayê yên li Sûriye û Îraqê, Rûsyayê bangî Konseya Ewlehiyê kir

04-02-2024
RÛDAW
Nîşan Rûsya Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî Amerîka Îraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî êrişên Amerîkayê yên li Sûriye û Îraqê, Rûsyayê banga civîna “bilez” a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) kir.

Grûpên çekdar ên nêzîkî Îranê yên li Îraqê 28ê mehê bi dronên kamîkaze êrişî baregeha leşkerî ya Amerîkayê ya li ser sînorê Urdun-Sûriyeyê kir û di êrişê de 3 leşkerên Amerîkî canê xwe ji dest da û zêdetirî 40 leşkerî jî birîndar bûn.

Amerîkayê wekî tolhiladana êrişa li ser baregaha xwe ya Urdinê doh li Sûriye û Îraqê 85 hedefên Supaya Quds a Pasdarên Îranê û komên milîs ên girêdayî bombebaran kiribûn.

Di encama êrişên li Sûriye û Îraqê de milîs û çekdarên ser bi Îranê hatibûn kuştin û birîndar bûbûn.

Alîkarê Nûnerê Daîmî yê Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Dmitriy Polyanskiy di daxuyaniyek belav kir û tê de wiha got:

“Ji ber ku êrişên Amerîkayê yên li Sûriye û Îraqê gef li ewlehi û aştiye dixwe, me xwest ku Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî bilez bicive.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst