Amerîka û Brîtanyayê li Yemenê 36 baregehên Hûsiyan bombebaran kirin

04-02-2024
RÛDAW
Nîşan Amerîka Brîtanya Hûsî Deryaya Sor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Amerîka û Brîtanyayê li Yemenê li cihan 36 baregehên Hûsiyan bombeberan kirin.

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê ragihand ku ji ber êrişên li ser keştiyên bazirganiyê yên li Deryaya Sor li 13 cihan 36 baregehên Hûsiyan ku di nav de cebilxane û sîstemên mûşekan jî hene hatine armancgirtin.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku 6 mûşekên dijî keştiyan ên Hûsiyan ên ji bo ku bavêjin Deryay Sor hatibûn amadekirin, hatin îmhakirin.

Awistralya, Behreyn, Kanada, Danîmarka, Holanda û Zelandaya Nû jî piştgirî dan

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin jî li ser mijarê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku Awistralya, Behreyn, Kanada, Danîmarka, Holanda û Zelandyaa Nû jî piştgiriyê dane êrişan.

Lloyd Austin di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê kir ku armanca êrişên wan ew e şiyanên êrişên Hûsiyên ku Îran piştgiriya wan dike li Deryaya Sor kêm bikin û têk bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst