Antonio Guterres bo Rûdawê: Metirsiya Iraq hilweşe gelek zêde ye

04-02-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres ragihand ku ew dizanin nekokiyên li Iraqê kûr in û metirsiya herifîna Iraqê gelekî mezine.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres ji Rudaw re ragihand, ku ew dizanin nekokiyên li Iraqê kûr in û metirsiya herifîna Iraqê gelekî mezine, û divê rê li ber wê yekê bê girtin, û aramiya wê were parastin.

Di bersiva pirseke peyamnêrê Rûdawê li New Yorkê Mecîd NîzamendînGillî de,  Antonio Guterres ragihand, ku pêwîst e yekparçeyîya Iraqê were parastin û hêz tenê di destê dewletê de be, û rê li ber tûndûtûjiyê were girtin, û nabe milîs êrîşî xwepîşanderan bikin.

Li ser pirsa “peyama we ji bo herdu welatên Amerîka û Îranê ku karegeriya wan li ser Iraqê heye çi ye?” Guterres wiha got: “Peyama me gelek zelal e; divê destêwerdanê dervey welat bidawî bibin û yekparçeyîya Iraq û serweriya wê were parastin. Pêwîst e ew mercên rê li ber Iraqê vedikin ku weke dewleteke asayî serederî dike li ber çavan bê girtin.”

Antonio Guterres amaje bi wê yekê kirk u yek ji mercên dewletekî asayî ew e ku pêwîst e dewlet bikarê bikaranîna tundûtûjiyê kontrol bike.

Guterres pirsa “Hikûmeta Iraqê nikare hinek grûpên Şîe kontrol bike û heta ku di pêvajoya ligel şerê li dijî DAIŞê de grûpên milîsan li Iraqê bûn xwedî desthilatdar. Hûn li ser vê yekê çi dibêjin?” wiha bersivand: “Li Iraqê hinek caran grûpên milîs xirabtirîn binpêkirinên mirovî encamp didin. Weke tê dîtin piraniya êrişên li ser xwepêşanderan ji aliyê van grûpan ve têne kirin.”

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî herwiha anî ziman ku Iraq ji aliyê cografî ve ciheke gele hestyar e, û got: “Em dizanin nekokiyên li Iraqê kûr in û metirsiya herifîna Iraqê gelekî zêde ye. Divê rê li ber wê yekê bê girtin, û aramiya wê were parastin. Eger rê li ber wê yekê neyê girtin dê ji herêmê bibe sedema karesatê.”

Guterres herwiha da zanîn ku karê li pêş wan ew e ku ji bo çareserkirina pirsên Iraqê û aramiya wî welatî dê giraniyê bidin ser xebatên dîplomatîk.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst