AMERİKA – Bi deh hezaran vîze hatine betalkirin

04-02-2017
RÛDAW
Nîşan Amerîka Vîze Donalt Trump
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Biryarnameya Serokê Amerîkayê Donald Trump a derbarê sînordarkirina vîzeyên 7 welatan de, rê li ber betalkirina bi deh hezaran vîzeyan vekir.   

 

Di dozekî li Dadgeha Wîlayeta Virginayê de, parêzerê Wezareta Dadê eşkere kir, ku heta niha 100 hezar vîze hatine betalkirin.  

 

Wezareta Derve ya Amerîkayê jî eşkere kir, ku bi tevê vîzeyên dîplomatîk û yên dema wan tîje bûne, bi giştî 60 hezar vîze êdî derbas nabin.

 

Hêjayê gotinê ye, ku ev biryarnameya ji aliyê Trump ve hatibû îmzekirin, rastê nerazîbûneke berfireh hatibû.  

 

Di dadgehên 5 vîlayetan de (Virginia, New York, Massachusetts, Michigan û Waşington) derbarê vê biryarnameyê de doz hene.

 

Di doza li hember du birayên yemenî de li wîlayeta Virginayê hatibû ragihandin, ku 100 hezar vîze êdî bi kêr nayên.

 

Koşka Spî jî beriya niha eşkere kiribû, ku ji 325 hezar vizeyên ji her 7 welatan tenê vîzeya 109 hezar kesan hatiye betalkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst