Trump, Ortagusa ku gotibû ‘divê Kurd bên parastin’ erkdar kir
Hewlêr (Rûdaw) - Donald Trump Berdevka berê ya Wezareta Karên Derve ya ku gotibû divê Kurdên Sûriyeyê werin parastin, wekî Alîkara Nûnerê Serokatiya Amerîkayê ya Rojhilata Navîn erkdar kir.
Morgan Ortagusê roja şemiyê li ser hesabê xwe yê Xê got:
“Ez serbilind im ku Serok Trump ez wekî Alîkara Nûnerê Serokatiya Amerîkayê ya Rojhilata Navîn, di bin serokatiya hevalê min ê hêja Steve Witkoff de erkdar kirim.”
Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump dê 20ê mehê dest bi erkê xwe bike.
Trumo roja înê Morgan Ortagusê wekî Alîkara Nûnerê Serokatiya Amerîkayê ya Rojhilata Navîn ragihandibû.
Morgan Ortagusa ku serdama berê ya Serokatiya Trump de Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bû anî ziman:
“Careke din derfet hatiye dayîn ku ez welatê xwe û Birêvebiriya Trump di posteke dîplomatîk a girîng de temsîl bikim, ev xewneke min bû ku pêk hat.
Ya herî girîng ew e ku em bi rêya Serok Trump aştî û aramiyê bînin herêmeke tevlihev û ez kêfxweş im ku beşdarî vî karî dibim.”
Piştî ku meha borî rejîma Beşar Esed ji aliyê Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) ve hat rûxandin, Ortagusê ji Bloomberg re got ku divê Amerîka, Kurdên Sûriyeyê biparêze.
Ortagusê behsa DAIŞê kiribû û anîbû ziman:
“Metirsiya herî mezin ji Sûriyeyê ew e ku valahiya nû dê bi jinûve xurtbûna DAIŞê were tijîkirin.”
Morgan Ortagusê got:
“Divê birêvebirên me piştrast bikin ku Kurd tên parastin û terorîst nikarin ji vê tevliheviyê sûdê wergirin û ji girtîgehan birevin.”
HSD bi hezaran çekdarên DAIŞê û malbatên wan di girtîgeh û kampan de dihewîne.
Ortagus dê bibe Alîkara Steve Witkoffê bazirgan ku wekî Nûnerê Serokatiya Amerîkayê ya Rojhilata Navîn hatiye destnîşankirin.