Xwepêşanderan ji ber şerê li Xezeyê boyaxa sor avêt otomobîla Blinken

Hewlêr (Rûdaw) – Grûpeke xwepêşanderan, alîkariya leşkerî ya Amerîkayê ya ji bo Îsraîlê protesto kir.

Xwepêşanderan ji bo nîşaneya kesên ku li Xezeyê têne kuştin boyaxa sor avêt otomobîla Wezîrê Karên Derve yê Amarîkayê Antony Blinken.

Xwepêşanderan mûmyayeke dest bixwîn ku şibandine Blinken danîn ber deriyê avahiya wî ya ku li eyaleta Virginiayê ye.

Grûpa xwepêşander bi dirûşman ji Blinken re gotin, “Divê tu şerm bikî.”

Grûp bi alayên Filistînê heta cihekî li pey otomobîla Blinken baz da.

Xwepêşandêran herwiha di protestoya xwe de bi quşxaneyan deng derxistin û dirûşmên wek “mirinên li Xezeyê rawestîne”, “tawanbarê şer” gotin.