Li Amerîkayê meleyek di êrişa çekdarî de hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) – Li eyaleta New Jerseyê yê Amerîkayê, meleyê mizgefta girêdayî civaka Afro-Amerîkayê Hassan Sharif di êrişeke çekdarî de hat kuştin.

Bûyer di dema nimêja sibehê de rû da.

Gelek rayedarên eyaleta New Jerseyê li ser bûyerê daxuyanî dan.

Cîgirê Dozgerê Herêma Essexê, Theodore N. Stephens II, di daxuyaniya xwe de got:

“Mele Sharif vê sibehê li otoparka mizgeftê, di encama êrişeke çekdarî de hat kuştin.”

Herwiha hat ragihandin ku nasnameya kes an kesên êriş kirine nehatiye diyarkirin.

Stephens II diyar kir ku ji carekê zêdetir gule li mele Sharif hatine reşandin û got ku wî tevî hemû midaxeleyan jî canê xwe ji dest daye.

Rayedaran diyar kir ku sedema êrişê nehatiye zanîn lê dema li delîlan dinêrin, dibînin ku “Êriş ne ji ber dijayetiya Misilmantiyê hatiye kirin, herwiha ne êrişeke terorîzma navxweyî ye.”

Kî agahiyan bide dê 25 hezar dolaran xelat wergire

Serdozgerê eyaletê Matt Platkin jî di daxuyaniya xwe de got:

“Eger em kujeran derxin pêşberî dadgeriyê jî, dê mele Sharif venegere nav hezkiriyên xwe û civaka xwe.

Ji bo vê tiştek ji destê me nayê. Ev birîn dê bi awayekî trajîk ti carî sax nebe.”

Platkin ragihand ku dê rayedar gumanbaran derxin pêşberî dadgeriyê û got:

“Ev nûçeya cînayetê dê tirs û fikarên civaka Misilman zêdetir bikin.

Ji bo kesên ku derbarê mijarê de agahiyan bidin dê 25 hezar dolar xelat were dayîn.”

Rêveberê Ewlehiya Giştî ya Newarkê Fritz Frage jî diyar kir ku 5 sal in Sharif, li heman mizgeftê mele ye û ji bo hevpeymaniya olan a Newarkê gelekî xebitiye.”

Parêzgarê New Jerseyê Phil Murphy jî anî ziman:

“Em di serdemeke wisa de ne ku civaka Misilman ji ber zêdebûna bûyeran bi fikar e.

Ji bo ewlehiya civaka Misilman û civakên bi baweriyên cuda jî, çi ji destê me tê em dê bikin.

Em dixwazin di vê mijarê de baweriyê bidin.”