Li Yunanistanê penaberekî Dihokî “bi kêrê” hat kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Selanîkê yê Yunanistanê cenazeyê penaberekî Dihokî di mala xwe de hatiye dîtin. Penaberekî din ê Kurd ji Rûdawê re got ku ew kes bi kêrê hatiye kuştin.
Cenazeyê penaberekî Kurd ku xelkê Dihokê ye di mala xwe ya li bajarê Selanîkê yê Yunanistanê de hat dîtin.
Wergêrekî Kurd ê polîsên Yunanistanê ku nexwest navê xwe eşkere bike ji Rûdawê re got, vê sibehê welatiyekî Kurd di mala xwe de hatiye kuştin.
Herwiha diyar kir ku polîsan ji wî xwestiye ku bi wan re biçe wê malê da ku karê wergeriyê bike.
Li gorî zanyariyên wî kesî, navê kesê ku hatiye kuştin Serdar Şemsedîn Mizûrî ye û 2 sal in li Yunanistanê dijiya.
Destûra wî ya mayîna li Yunanistanê hebûye û ew jî 47 salî bûye.
Li gorî zanyariyan ew sala 2014an li Mûsilê dima û niha dayik û bavê wî jî mirine.
Wî kesî herwiha anî ziman:
“Min gelekî hewl da zanyariyan derbarê awayê kuştina wî penaberî de bi dest bixim lê polîsan ti zanyarî nedan.
Tenê polîsan got ew dê cenazeyê bixin sarxaneyê û daxwaz kirine ku bi wan re bibe alîkar da cenaze radestî malbata wî bê kirin.”