Trump bi telefonekê û bi gefan daxwaza 11,780 dengên wilayeta Georgia dike

04-01-2021
RÛDAW
Nîşan Amerîka Donald Trump Brad Raffensperger
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor dengekî tomarkirî, Serokê Amerîkayê Donald Trump daxwaz ji berpirsekî wîlayeta Georgia dike ku hewl bide bo guhertina encama hilbijartinên serokatiyê ku berbijarê Demokratan Joe Biden têde serkeftin bidestxistiye.

Dengê peywendiyeke telefonî ya Donald trump li gel berpirsê hilbijartinê li Georgia belv bûye ku têde Trump daxwaz dike hin dengan ji wî re peyda bike ku bikare encama hilbijartinê biguhere. 

Weke ku beşek ji medyayên Amerîkayê belav kirine, Trump di peywedniya telefonî de ji Sekreterê Wilayeta Georgia Brad Raffensperger re dibêje, ku ew dixwaze 11 hezar û 780 dengan jê re peyda bikin daku li vê wilayetê bi ser rikeberê xwe Joe Biden de biserkeve, lê berpirsê Georgia dibêje ku encama hilbijartinê li wîlayeta wan zelal û dirist e.

Trump bi tometbarkirina wî berpirsî bi encamdana tawanên nediyar û gefa dadgehîkirinê, guvaşan li wî berpirsê wilayeta Georgia dike û jê re dibêje ku ew di hilbijartinan de serkeftiye û dikare ji xelkê re bêje ku careke din deng hejmartine.

Trump herwiha li ciheke din ji heman berprisî re dibêje, ku te xwe rûbirûyê metirsiyekî mezin kiriye.

Lê ew berpirs dibêje, ku cenabê serokê pirsgirêk ev e ku zanyariyên nerast digihêjin ber destê te. 

Donald Trump gefan li wî berpirsî dike ku dibêje tu dizanî, wan (mebesta wî time Biden) belgeyên hilbijartinê dirandine,  karên xirab kirine û tu nikarî bê deng bimînî ew yek bo te û parêzerê te xerab e. 

Trump dibêje tu dikarî pêdeçûnê bi encama dengdanê bikî lê bi alîkariya wan kesên ku dixwazin encamekê bidest bixin, nek bi wan kesan re kar bikî ku naxwazin encaman bidest bînin. 

Lê Wezîrê Navxwe yê Gerogia dibêje, ku wan jî zanyarî hene û Trump jî zanyarî hene lê dadgeh yekalî dike. Herwiha ew tekez dike, ku amara dengdanê li Gerogia rast û dirist e.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst