Li Fransayê êrişa bi kêrê: Kesek hat kuştin, 2 jî birîndar in
Hewlêr (Rûdaw) - Li paytexta Fransayê Parîsê kesekî êrişeke bi kêrê encam da û di êrişê de kesekî canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.
Li gorî nûçeyên ku di çapemeniya Fransayê de cih girtin, li nêzîkî rawestgeha metroya Bîr Hakeîma Parîsê kesekî bi kêrê êrişî rêwiyan kir.
Êrişkar sala 1997an ji dayik bûye û ji aliyê polîsan ve hatiye desteserkirin.
Hate diyarkirin ku êrişkar di qeydên îstîxbaratê de wekî kesekî “xwedî meyla radîkal” hatiye tomarkirin.
Li gorî Wezîrê Karên Navxwe yê Fransayê Gerald Darmanin, êrişkar tekbîr aniye ziman û ji polîsan re gotiye ku ew “ji kuştina Misilmanên li Efxanistan û Filistînê bêzar bûye.”
Serdozgeriya Parîsê derbarê bûyerê de ji ber sûcên “kuştin” û “hewldana kuştinê” lêpirsîn da destpêkirin.