Macron: Tirkiye şerê wan hêzan dike ku li kêleka me şerê DAIŞê dikin

03-12-2019
Nîşan Lûtkeya NATO Hêza Amerîkayê Donald Trump Emmanuel Macron NATO
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku helwesta Tirikiyê li hemberî DAIŞê ne zelal e, û got: “Tirkiye şerê wan hêzan dike ku ligel me şerê DAIŞê dikin.”

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron di çarçoveya civînên NATOyê de li Londonê, ligel Serokê Amerîkayê  Donald Trump civiya û rexne li pêgeha Tirkiyê ya di NATOyê de kir û got: “Hem endamê NATOyê ye, hem ji diçe ji Rûsya S-400 dikire. Ev çawa endamtiya NATOyê dibe?"

Emmanuel Macron nerazîbûna xwe li hemberî êrişên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê nîşan da û got: “Divê em nediyariya Tirkiyê ligel çekdarên DAIŞê zelal bikin. Tirkiye şerê wan hêzan dike ku li kêleka me şerê DAIŞê dikin. Ev mijarek stratejîk e." 

Macron herwiha diyar kir ku Tirkiyê dikarî sisteme berevaniya Ewropî bikire, lê wê sîstema Rûsî S-400 kiriye û ew yek jî di aliyê teknikê de ne pêkan e. 

Îro li Londonê Lûtkeya NATOyê birêve diçe. Dosyeya Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, li kêleka hevdîtinên endamên Hevpeymaniya NATOyê ji mijarên serekî yên gotûbêjên endamên wê hevpeymaniyê ne.

Tevî mijarên girêdayî pêwendiyên welatên endamên NATO û Tirkiyê û weltên Ewropayê, mijarên girêdayî pirsa Sûriyê û Tirkiyê di serê acendayên civîna lûtkeya 4 alî de ne, ku li kêleka civînên NATOyê dê bê encamdan. 

Nakokiyên navbera rêxistinê û endamên wê li gel Tirkiyê zêde bûne û hêzên Kurdî yê Rojavayê Kurdistanê û bi taybet YPG yek ji xalên serekî yên nakokiyên navbera herdu aliyan e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst