Qeter: Em dê ji OPECê derkevin

03-12-2018
RÛDAW
Nîşan Qeter OPECm Derketin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Enerjiyê ya Qeterê ragihand, ew plan dikin ku ji rêxistina welatên hinardekarê petrolê OPECê derkevin û êdî beşek nebin ji wê rêxistinê.

 

Wezîrê Enerjiyê yê Qeterê, Mihemed bin Salih El-Sada di konferasneke rojnamevanî de li Duha ya paytexta wî welatî ragihand, ku Qeter dixwaze ji endamîtiya OPECê derkeve.

 

Wezîrê Enerjiya Qeterê diyar kiriye, ku ew plan dikin ku di meha yekem a sala 2019ê de ji OPECê derkevin û tekez kir, ku OPEC bi fermî ji vê biryara Qeterê hatiye agahdarkirin.

 

Qeter yek ji welatên hinardekarên petrolê ye û rêjeya hinardeya petrola wî welatî rojane di navbera 600,000 heta 700,000 bermîlan de ye.

 

Di sala 2017ê de nakokiyên navbera Qeterê û welatên din ên Kendavê tundtir bûne û ji meha June ya par ve ew welatê biçûk ji aliyê Erebistana Siûdî û hevpeymanên wê yên herêmî ve ji sê aliyan ve hatiye dorpêçkirin.

 

Qeter dibêje, ew hewl didin, di rikeberî û nakokiyên herêmî yên navbera Erebistana Siûdî û Îranê de balansê biparêzin û nebin aliyekê vê rikeberiyê. Ji aliyê xwe ve jî Erebistana Siûdî û hevpeymanên wê, Qeterê bi wê yekê tometbar dikin, ku piştgiriya terorê û Îranê dike û yekîtiya navbera Encûmena Welatên Kendavê têk dide.

 

Ev nûçe dê nûkirin…

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst