Kongresa Amerîkayê navê çend grûbên Heşda Şeibî dixe nava 'Lîsteya Terorê'

03-12-2017
RÛDAW
Nîşan Heşda Şeibî Amerîka Kongres Lîsteya Terorê
A+ A-

Washington (Rûdaw) – Kongresa Amerîkayê bi niyete projeyasayekî gotûbêj bike, ku têde tê daxwazkirin çezayê terorê bi ser çend grûbên mîlîsên çekdarî yên di bin sîwana Heşda Şeibî de were sepandin.

 

Di malpera fermî ya Kongresa Amerîkayê de hatiye ragihandin, ku kongres bi niyete projeyasayekî derbarê çend grûbên Heşda Şeibî de gotûbêj bike û wan bixe nava Lîsteya Terorê û herwiha cezayan bi ser wan de bisepîne.

 

Li gorî daxuyaniyê grûbên weke Esaîbê Ehlê Heq, Tevgera Nûceba û Yekîneyên Hizbûllahê yên di bin sîwana Heşda Şeibî de, di nava vê lîsteyê de ne.

 

Kongresman Trent Franks û Brad Sherman ev projeyasaya pêşkeşî Desteya Serokatiya Kongresa Amerîkayê kirine. Biryare ev projeyasa di rûniştinên destpêka sala 2018ê de werin gotûbêjkirin.

 

Beriya niha Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert ragihandibû, ku navê Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebû mehdî Mihendis ji sala 2009ê ve ketiye nava Lîsteya Terorê ya Amerîkayê.

 

(N.S)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst