Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Parastinê yê Fransayê civiyan

03-11-2023
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Sebastien Lecornu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Parastinê yê Fransayê civiyan û behsa pêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê yên bi taybetî di warê serbazî de kir.

Danê êvarê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Parîsê bi Wezîrê Parastinê yê Fransayê Sebastien Lecornu re civiya.

Nûçegihana Rûdawê Ala Şalî ya ku ji bo şopandina serdana Nêçîrvan Barzanî li Parîsê bû ragihand, Nêçîrvan Barzanî û Sebastien Lecornu pêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê yên bi Fransayê re gotûbêj kir.

Ala Şaliyê herwiha da zanîn ku Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Parastinê yê Fransayê li ser çend mijarên din jî axivîn ku yek ji wan şerê li dijî DAIŞê bû.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Koşka Elyseeyê ya Parîsê bi Serokê Fransayê Emmanuel Macron re jî civiya.

Piştî hevdîtinê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku wî û Emmanuel Macron li ser gelek mijarên ku di berjewendiya her du aliyan de ne axivî ne.

Pêwendiyên bihêz di navbera Fransa û Herêma Kurdistanê de hene û Serokê Herêma Kurdistanê di 10 salên borî de çendîn caran çû Parîsê û li Koşka Elyseeyê hat pêşwazîkirin.

Ji wê demê ve du serokên Fransayê sê caran hatin Hewlêrê.

Fransa endamekî çalak ê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ye û nêzîkî 600 şêwirmendên serbazî yên wê li Îraq û Herêma Kurdistanê hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst