Nûnerên Hemasê çûbûn Moskowê, dê Mehmûd Ebas jî here

Moskow (Rûdaw) - Berdevkê Serokê Rûsyayê Dmitriy Peskov diyar kir ku dê Serokê Filistînê biçe serdana Moskowê.

Berdevkê Serokê Rûsyayê Dmitriy Peskov ragihand “Kremlîn dê dema serdana Serokê Filistînê Mehmûd Ebas ya Rûsyayê ji bo danûstandinên bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re eşkere bike.

Beriya her tiştî dê pirsgirêka Filistîn-Îsraîlê bê gotêbêjkirin”

Roja Pêncşemê, Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Federasyona Rûsyayê Mikhail Bogdanov gotibû ku Ebas "wê di demeke nêzîk de serdaneke fermî bo Moskowê bike".

Herwiha Bogdanov da zanîn ku tê çaverêkirin ku dê Ebas danûstanan bi Serokê Rûsyayê re bikin.

Li ser pirsa rojnamegeran ku gelo Ebas kengî bê Moskowê û mijarên gotêbêjan dê çi bin, Peskov got:

"Sê caran bixwe texmîn bikin ka dê çi pirsgirêk bên gotûbêjkirin. Em dê tarîxê ragihînin."

Peskov anî ziman ku beriya her tiştî dê rewşa heyî ya li derdora pirsgirêka Filistîn-Îsraîl were axaftin.

Nûnerên Hemasê li Moskowê bi dîplomatên Rûs re hevdîtin kirin

Li aliyê din Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova 26ê Çiriya Pêşîn di brîfîngekê de ragihandibû ku nûnerên tevgera Hemasê hatine serdana Moskowê.

Zaxraova got: "Ez her wiha dikarim bibêjim û piştrast bikim ku nûnerên tevgera Fîlîstînî yên têkildar bi serdanekê li Moskowê ne.

Ji bo têkiliyan jî em ê paşê dê bêtir agahî bidin."

Piştre Wezareta Karên Derve ragihandibû ku endamê Polîtburoya Hemasê Ebû Marzûk hatiye Moskowê.

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê li ser serdana nûnerê Hemas wiha got:

“Di berdewamiya xeta Rûsî de li ser serbestberdana tavilê dîlên biyanî yên li Xezeyê bi wî re têkilî hatin danîn.

Her wiha mijarên têkildarî derxistina welatiyên Rûs û biyanî yên din ji axa Filistînê hatin gotûbêjkirin."

Wezareta Karên Derve da zanîn ku Rûsya helwesta xwe ya neguhêrbar a derbarê piştgirîkirina cîbicîkirina biryarên civaka navdewletî piştrast kir; bi taybetî biryara Konseya Ewlehiyê û Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî derbarê avakirina “dewleteke Filistînî ya serwer, di nav sînorên sala 1967an de û bi paytexta xwe Qudsa Rojhilat, bi Îsraîlê re di nav aramî û ewlehiyê de bijî.”

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Mîxaîl Bogdanov jî diyar kir ku wî, di serdana xwe ya Qeterê de bi rêveberiya siyasî ya Hamasê re hevdîtin kiriye.

Li gorî Bogdanov, wî bi nûnerên Hemasê re mijara rehîneyan gotûbêj kiriye.

Ji aliyê xwe ve Hamasê jî got, aliyan li ser rêyên rawestandina “tawanên Îsraîlê yên ku ji aliyê rojava ve tên piştgirîkirin” jî gotûbêj kirine.

Hamasê herwiha got, “Şandeya tevgerê helwesta Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn û hewldanên dîplomasiya aktîf a Rûsyayê bilind nirxand.”

Îsraîlê şermezar kir

Li aliyê din Îsraîlê serdana şanda Hemasê ya Moskowê şermezar kir û daxwaza derxistina wê ji Rûsyayê kir.

Îsraîlê serdana nûnerên tevgera Hemas a Filistînî ya Moskowê şermezar kir û ji rayedarên Rûsyayê xwest ku demildest heyetê ji welêt derxînin.

Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê di daxuyaniyekê de ragihand:

“Îsraîl vexwendina serkêşên Hemasê ya Moskoyê wekî gaveke neşayîste dibîne, ku pişta terorê dide û cinayetên terorîstên Hemasê rewa dike.

Em bang li hikûmeta Rûsyayê dikin ku demildest terorîstên Hamasê derxîne."

Wezaretê tekez kir ku endamên tevgera Hemasê ji revandina zêdetirî 220 Îsraîliyan ku di nav wan de pitik, zarok, jin û pîr hene, berpirs in.