Rûdaw bi ajansên Çînê re hevkariyê dike û dengê Kurdan digihîne hemû cîhanê

03-11-2023
Rûdaw dengê Kurdan digihîne hemû Cîhanê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Rûdaw dengê Kurdan digihîne hemû Cîhanê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Tora Medyayî ya Rûdawê Çîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Tora Medyayî ya Rûdawê Kanûna Paşîn a 2023yan li Pekîna paytexta Çîna ofîsa xwe vekir û bû yekem medyaya Kurdî ku ofîsa wê li Çînê hebe.

Tîma Rûdawê dengê Kurdan digihîne Çînê, nûçeyên siyasî, aborî û jiyana pirrengîn a Çiniyan digihîne hemû Kurdên li cîhanê û Kurdistanê.

Rêvebirê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed got, “Ji bo ku em Kurdan û Kurdistanê zêdetir bidin nasandin em dê paşerojê hevkariya xwe ya bi dezgehên Çînî berfirehtir bikin.”

Di destpêka vîdeoyê de Pekîna paytexta Çînê dibînin ku ev welat mezûlvantiya milyarek û 425 milyon mirov dike.

Rêvebirê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed, li hola navdar a konferansên rojnamegeriya ya Wezareta Karên Derve ya Çînê hat pêşwazîkirim.

Li vê holê her hefte siyaseta derve ya aboriya herî bihêz a duyem a cîhanê ji civaka navdewletî re tê ragihandin.

Bi silaveke germ a Rêvebirê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê û berpirsên Navenda Rojnamegeriyê ya Navdewletî ya Wezareta Karên Derve ya Çînê re li welate ejderhayan qonaxeke nû dest pê kir.

Navenda Rojnamegeriyê ya Navdewletî ya Wezareta Karên Derve ya Çînê ji Rûdawê re got:

“Em rola Rûdawê wekî roleke biqedr û bala dinirxînin, Rûdaw toreke çalak e.

Gelek caran ji bo konferansên rojnamageriyê tê vexwendin û dîplomatên mezin ên Çînê ji Rûdawê re diaxivin, herwiha daxuyaniyên taybet didinê.

Em amade ne ku hemû hêsankariyan pêşkêşî Ofîsa Rûdawê ya Çînê bikin.”

Rêvebirê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed û şandeya pê re ji wê holê ber bi avahiya mezin a ajansên medyayî yên Çînê ve çûn.

Avahiya CMGyê grûpeke medyayî ya Çînê dihewîne ku gelek ajansên Çînî yên wekî CCTV Plus û Kanala Navendî ya Çînê ku hevahengiya wê herî kêm bi 20 welatên Asyayî re heye.

Tîma Rûdawê seriyek da jûrên nûçe û studyoyan. Piştre Rêvebirê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê bi Rêvebirê CCTV Plusê Gao Way re rêkeftinek îmze kir.

Gao Way got, “Ez hêvî dikim em danûstandin û xebatên xwe yên bi Rûdawê re zêde bikin. Herwiha ez hêvîdar im ku em pêwendiyên xwe yên bi xebatkarên Rûdawê re bi hêz bikin.”

Tora Cîhanê ya Çînê CTGN rawestgeha duyem a tîma Rûdawê bû.

CTGN bi zimanên Çînî, Îngilîzî, Erebî, Fransî, Rûsî û Sponyolî li 70 welatî 24 saetan weşanên dike.

CTGN di heman demê de, li seranserê cîhanê bi 20 kanalan re hevahengiyê dike ku Rûdaw jî di mav wan de ye.

“Destpêkeke gelekî baş e”

Dîrektorê CCTV Plusê Gao Way wiha behsa hevahengiya xwe û Rûdawê kir:

“Ez dixwazim vê bibêjim, me îsal mehên adar û îlonê bi Rûdawê hevahengî û hevkariyeke gelekî baş pêk anî. Ev, ji bo her du aliyan jî destpêkeke gelekî baş e.

Em dikarin tîmên hev ên rojnamegeran bikin mêvan û berhemên hevpar biafirînin. Em dikarin agahî, dîmen û arşîvên xwe bi hev re parve bikin û em dikarin ji mêvanên xwe re geştên nûçeyan dabîn bikin.

Rêya herî baş ew e ku em ji bo nirxandina mijarên girîng nûçegihanên Rûdawê vexwînin Pekînê.”

“Xelkê Çînê li ser Kurdan û Kurdistanê ne xwedanagahî ye”

Rêvebirê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed jî bi vî rengî behsa armancên Rûdawê kir:

“Em hatine da ku em pêwendiyên xwe û medyaya Çînê berfirehtir bikin. Derfeta me çêbû ku em bi ajansên mezin ên Amerîkaya Latîn û Asyayê re pêwendiyên baş deynin.

Me dît ku bi rastî xelkê Çînê bi giştî li ser Kurdan û Kurdistanê ne xwedanagahî ye. Vê yekê em bêhtir han dan ku em di paşerojê de pêwendiyên xwe hevkariya xwe ya bi dezgehên Çînê re zêdetir bikin.

Em dê hevkarî û hevahengiya xwe zêdetir bikin. Niha li Çînê ofîsa me heye, hevalên me yên çalak hene li vê derê. Dê ev bandoreke baş li kar û xebatên Rûdawê bike.”

Rûdawê heta niha bi Kanala CGTNê re du bername amade kirine.

Yek ji wan li ser şerê Îraq û Amerîkayê, ya din jî li ser Lîstikên Olîmpiyatan bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst