Pakistan; Serokwezîrê berê dane ber guleyan

03-11-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -

Serokwezîrê berê yê Pakistanê Îmran Xan di êrîşa çekdarî ya li dijî konvoya xwe de bi sivikî birîndar bû.

Di daxuyaniya partiya Tevgera Dadê ya Pakistanê (PTI) de hat diyarkirin ku Serokwezîrê berê yê Pakistanê Îmran Xan ku di 28ê cotmehê de ji bajarê Lahorê ber bi paytext Îslamabadê va bi rê ketibû, xwe gihandiye bajarê Wezîrabad ê eyaleta Pencabê.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku kesên nenas li Wezîrabadê gule berdane konvoya Îmran Xan.

Hat destnîşankirin ku Îmran Xan ji lingê xwe yê rastê ve bi sivikî birîndar bûye û ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê û di êrîşê de kesên din jî birîndar bûne.

Hikûmeta Îmran Xan di meha Nîsanê de ketibû

Azhar Maşwanî, berpirsekî payebilind ê PTI ragihand ku êrîşkar li cihê bûyerê hatiye girtin.

Îmran Xan bi hinceta ku hikûmeta koalîsyonê hilbijartinên pêşwext îlan nekiriye di 28ê Cotmehê de ji Lahorê ber bi Îslamabadê ve dest bi meşê kiribû.

Di dengdana pêbaweriyê ya Parlementoya Pakistanê ya di 10ê Nîsanê de, hikûmeta Îmran Xan bi 174 dengên “na” ket.

Şehbaz Şerîf birayê Newaz Şerîf ê ku 3 dewran li Pakistanê bû serokwezîr, di hilbijartina 11ê Nîsanê ya li de bi piştgiriya piraniyê bi 174 dengan wek serokwezîr hat hilbijartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst