Heta 2050yê dê li Rojhilata Navîn û Afrîkayê pileya germahî bigihêje 56

03-11-2021
RÛDAW
Metirsiya guherîna keşûhewayê bêhtir dibe
Metirsiya guherîna keşûhewayê bêhtir dibe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê, ji wan navçeyan in, ku li jêr gefa guherîna keşûhewayê ne.

Pisporên keşûhewayê behsa wê yekê dikin, heta naverasta vê sedsalê, pileya germê li wan herdu navçeyan digihêje 56 pileyên sîlîzî, û mirov nikare li derveyî malê bijî, wiha jî bandorê li ser ajelan dike.

George Zittis, Lêkoler li Peymangeha Qubrisê dibêje, “Ew ajelên ku xwe li ber germayê jî digirin, weke mînak hinek ji hêştir û bizinan, bandor li wan dibe. Lewma ew germa gelekî bandorê li ser berhemanîna xorakê jî dike. Herwiha bandorê li ser çandiniyê dike.”

Metirsiyeke din li ser welatên navçeyê heye, ew jî bilindbûna asta ava deryayan e.

Li gorî lêkolîneke Rêxistina Climate Central a Amerîkî, heta sala 2050yî, Besre li Iraq û Eskenderiye li Misrê dikevine jêr avê.

Serokê Misrê, li konferansa Glasgow, daxwaz li welatên dewlemend kir, alîkariya welatên hejar bikin, da ku xwe ji bandora guherîna keşûhewayê rizgar bikin.

Ebdulfettah Sîsî, Serokomarê Misrê dibêje, “Ez dixwazim tekeziyê li ser wê yekê bikim, ku cîbicîkirina peymanên welatên nûgeşbûyî ji bo rûbirûbûn guherîna keşûhewayê, bi wê piştgiriya ku digihêje wan ve girêdayî ye. Bi taybetî, di warê darayî de, ku bi bingeh û binemaya sereke ya karîna welatên me têne danîn, ji bo bilindkirina armancên me.”

Li kêleka sedemên ewlehî û siyasî, guherîna keşûhewayê, hokareke din e, bûye sedema zêdebûna koçberbûna xelkê li welatên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê.

Di dema bûrî de, hejmarekê ji rêxistinên mirovî haydarî da, ku hişkesalî li Iraq û Sûriyê, dibe sedema koçberbûna 12 milyon kesî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst