Tê pêşbînîkirin ragihandina encama hilbijartinên Amerîkayê bi paş bikeve

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîka û berbijêrê komariyan Donald Trump amaje da egera penabirina ber 'parêzeran', piştî dengdana giştî di hilbijartinên serokatiya welêt de, ku îro sêşemê bi rêve diçe. Piştî ku ragihand xwesteka wî heye êvara roja dengdanê, encama hilbijartinan bê eşkerekirin.

Daxuyaniyên Trump, di demekê de ne ku pêşbîniyeke zêde heye ji bo paşketina ragihandina encama hilbijartinên îsal, ji ber beşdariya zêde ya dengderên amerîkî di dengdana pêşdem de ku gihişt nêzîkî 100 milyon kesan.

Îro sêşemê, dengdana giştî di hilbijartinên serokatiya Amerîka de bi rêve diçe û rikeberiya sereke ji bo posta çar salên bê yên Amerîka, di navbera berbijêrê Partiya Demokrat Joe Biden û berbijêrê Partiya Komarî Donald Trump de ye.

Rayedarên amerîkî dibêjin, sererastkirina pisûleyên dengdanê bi rêya postê, hewceyî çekkirin û demeke bêtir e, ji wan pisûleyên ku bi rêya dengdana rasterast di nav sindoqên dengdanê de tên danîn. Ev jî egera paşketina ragihandina encama hilbijartinan ji bo piştî roja dengdanê derdixe holê. Ji bo kêmkirina dema cudakirina dengan, hin wîlayetan guherîn di sîstema cudakirina wan dengan de kirin ku berî 22 rojan dest pê kirin.

Lê hin eyaletên din wek Michigan, Pennsylvania û Wisconsinê ku ji wîlayetên dudil in di navbera komarî û demokratan de, biryar dane berî xelasbûna dengdana giştî, proseya cihêkirina dengan encam nedin. Ev jî bêguman hewceyî çend rojan e ji bo zanîna berbijêrê serkeftî li wan parêzgehan.

Mafê dengdanê yê 230 milyon welatiyên amerîkî heye. Tê pêşbînîkirin rêjeya beşdariyê tê de bigihe asteke rekord. Ji ber ku dengdana pêşwext a îsal, ji piraniya hilbijartinên dîroka welêt zêdetir bû. Li gor beşekî berçav ê dengderan baş bû, berê deng bidin û çaverê nekin di roja dengdana giştî de di dorên dirêj de rawestin, di demekê de ku webaya korona li Amerîkayê pir belav bûye.

Ajansa Reutersê eşkere kiriye, pisporên hilbijartinê li Amerîka pêşbînî dikin ku hejmara dengderên vê salê bi gengazî 138 milyon dengder derbas bike.

Berî çend rojan, serokê Amerîka di twitekê de nivîsî “pêwîst e em şeva dengdanê encaman zanibin, ne ku em çaverê bin bo çend roj û heyv û tew salan jî ji bo zanîna kesê serkeftî”. Wî di civîneke cemawerî de jî got, hema ku dengdan qediya, ez ê bi parêzerên xwe re dest bi kefteleftê bikim.

Daxuyaniyên Trump di demekê de ne ku komarî hewldaneke zêde ji bo sînordarkirina proseyên dengdana bi postê dikin. Ew dibêjin ev rêyeke baş dide sextekarî û windabûna dengan.

Dadgeha bilind a Amerîka, hefteya borî biryara herdu parêzgehên Pennsylvania û North Carolina ji bo dirêjkirina dema berdest ji bo cihêkirina dengan pejirand.

22 wîlayet, ligel Washingtona paytext, rê didin pejirandina kartên dengdanê yên morkirî, bi rêya postê piştî roja hilbijartinê jî, ji ber ku dema ragihandina koma dengên her parêzgehekê, pişta xwe bi wê demê girê dide ku dengderan kartên xwe bi rêya postê şandine.

Di nav eyaletên ku rê didin vî awayê dengdanê, wîlayeta California heya 20ê vê heyvê, Washingtona paytext heya 13ê vê heyvê, wîlayeta Iowa heya 9ê vê heyvê û Minnesota heya 10ê vê heyvê, kartên dengderan bi rêya postê werdigirin.

Li gor nexşeyeke ku rojnameya "New York Times"ê weşandiye, piraniya wîlayetan, di şeva dengdana giştî de encaman kifş nakin.

Malpera radyoya giştî ya Amerîka (NPR), di raporekê de derbarê bingehên cihêkirina dengan dibêje, berî roja dengdana giştî û piştî wê jî, 6 wîlayet rikeberiyeke tund di navbera Biden û Trump de li xwe digirin. Ev wîlayet ev in: Arizona, Florida, Michigan, North Carolina, Pennsylvania û Wisconsin.

Berpirs pêşbînî dikin li Arizona, Florida û North Carolina ku kartên dengdanê berê bi postê tên şandin, encama dengan zû bê eşkerekirin. Lê heke rikeberî li wan parêzgehan tund be, cihêkirina dawî demeke dirêj dixwaze. Ligel şandina kartên dengdanê jî heya roja berî hilbijartina giştî.

Li North Carolina, ku yasa rê dide destpêkirina cihêkirina dengan berî hefteyekê ji roja dengdana giştî, tê pêşbînîkirin cihêkirin zû bê kirin. Ev jî bi li berçav girtina wê rastiya ku ji %80ê dengderan bi rêya postê deng dane.

Li Arizona, ku yasayeke hevawa heye, tê pêşbînîkirin encam îro êvarê bên ragihandin. Li Florida “berî ku amerîkî îşev razin, serkeftiyê wîlayeta xwe dizanin”. Herçî Michigan û Pennsylvania dudil in, rayedar pêşbînî dikin cihêkirina dengan çend rojan bidome.

Li Michiganê, şiyana berpirsên hilbijartinê ya destpêkirina proseya sererastkirina kartên dengdanên postê heye di roja duşemê de, ligel vê jî nikarin berî roja hilbijartinê dengan cuda bikin. Li wê wîlayetê, ofîsa wezîra derve ya wîlayetê Jocelyn Benson pêşbînî dike heya roja îna bê, deng bi yekcarî bên cihêkirin.

Li Pennsylvania jî heman tişt e. Wezîra wê ya derve Kathy Boockvar dibêje, deng bi gelemperî heya roja înê tên cihêkirinê. Hakimê wîlayetê jî bilandiye ku ew piştrast e kar demeke zêdetir ji ya berê hatî dîtin dixwaze û dibe ku em nekarin di êvara roja dengdana giştî de serkeftiyê parêzgeha xwe nas bikin.

Wîlayeta Wisconsinê bi heman awayî dengan cihê nake heya roja dengdana giştî. Tê pêşbînîkirin ku çend deverên din ên cihê yên welêt heya roja çarşemê cudakirina dengan xelas nekin. Hakimê wîlayetê Tony Evers got: “Ez hêvîdar im şeva hilbijartinê, em encaman ragihînin, yan bi kêmanî dotira rojê.”

Ligel dengdana bo hilbijartina serokê nû yê welêt, amerîkî deng didin berbijêrên civata nûneran û 35 endamên civata pîran jî. Ev ji bilî hilbijartinên navxwe yên her wîlayetekê.