Li Spanyayê şaneyeke DAIŞê hat têkbirin

03-11-2015
RÛDAW
Nîşan Spanya DAIŞ Şane
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Li Madrîdê polîsên spanî 3 kesên mexribî bi tometbariya ku êrişeke bombeyî li Spanyayê plan dikirin, girtin.

 

Li gor polîsên spanî, hersê kes di navbera 26 û 29 salan de ne û yek ji wan serokê şaneyê ye û êriş plan dikir, herduyên din jî endamên şaneyê ne û diviyabû wan plan cîbicî bikira.

 

Di mehên borî de li Spanyayê bi dehan kes bi tometbariya ku ji bo DAIŞê endaman peyda dikin, hatin girtin.

 

Li gor Wezîrê Navxwe yê Spanyayê Jorge Fernandez Diaz, armanca van hersê kesên girtî ne peydakirina endamên nû ji bo DAIŞê bû, lê pêkanîna êrîşên bombeyî li Spanyayê.

 

Li gor Wezareta Navxwe ya spanî, ji Kanûna 2011ê ve li Spanyayê 171 kes bi tometbariya ku endamên DAIŞê ne, hatine girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst