Egera êrişê heye: Matthew Miller hişyarî da Îraqê!

5 demjimêr berê
RÛDAW
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bersiva pirsên Diyar Kurde da/Wêne: Rûdaw Grafîk
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bersiva pirsên Diyar Kurde da/Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Matthew Miller Îran Amerîka Îraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku hêzên wan li ser daxwaza Îraqê li wir in û lewma divê Îraq lêpirsînê li grûpên çekdar ên ku metirsî ne bike.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller ji Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde re ragihand:

“Em ji grûpên ku li herêmê û Îraqê hene bifikar in ku ji aliyê Îranê ve tên kontrolkirin û piştgirîkirin.

Ew grûpên nêzîkî Îranê di bêîstiqrariya Îraqê de roleke mezin dilîzin.”

Miller da zanîn ku eger heye grûpên çekdar êrişî hêzên Amerîkayê bikin û wiha got:

“Divê ti grûp li herêmê vê rewşê ji bo hedefgirtina berjewendiyên Amerîkayê bi kar neyîne û em dê berjewendiyên xwe biparêzin.

Her wiha hêzên li Îraqê li ser vexwendina Hikûmeta Îraqê li wir in, lewma divê hikûmet berpirsyariya sereke ya kontrolkirina grûpên ku bixwazin van tiştan bikin, bigire ser milê xwe.”

Piştî ku alozî û şerê di navbera Îran û Îsraîlê de gur bûn metirsî heye ku hêzên nêzîkî Îranê yên li Îraqê êrişî hêzên Amerîkayê bikin.

Êrişa 1ê Çiriya Pêşîn

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku saet derdora 19:30î Îranê li dijî Îsraîlê dest bi êrişa mûşekî kir.

Îsraîlê ji welatiyên xwe xwest ku biçin cihên parastî û agahdarî xwe bin.

Supaya Pasdaran a Îranê jî li ser êrişê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku wan bi dehan mûşek avêtine Îsraîlê.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku zêdetirî 250 mûşekî hatine avêtin.

Supaya Pasdaran a Îranê jî li ser êrişê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku êriş li ser kuştina Îsmaîl Heniye, Hesen Nasralah û Ebas Nîlfiroşan hatiye kirin.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Daniel Hagari jî diyar kir ku ew niha xelkê xwe diparêzin û dê bersivê bidin êrişa Îranê.

Koşka Spî ragihand ku Biden ji artêşa Amerîkayê xwestiye ku alîkariya Îsraîlê bikin da ku xwe li hemberî êrişên Îranê biparêze.

Kuştina Heniye, Nasralah û Nîlfiroşan

Serokê Polîtburoya Hemasê Îsmaîl Heniye tîrmeha îsal li Tehranê piştî merasîma sondxwarina Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan di êrişekê de hatibû kuştin.

Her wiha 27ê Îlonê artêşa Îsraîlê baregeha Hizbulahê ya li Beyrûtê bombebaran kir.

Di encamê de Sekreterê Giştî yê Hizbulahê Hesen Nasralah û Fermandarê Supaya Pasdaran a Îranê yê Libnanê Ebas Nîlfiroşan hatin kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst