Nêzîkî Oxfordê teqîneke mezin rû da

Hewlêr (Rûdaw) – Nêzîkî bajarê Oxfordê yê Brîtanyayê teqîneke mezin rû da.

Bi teqînê re agirekî mezin bilind bû û wî agirî esman ronî kir.

Li gorî çapemeniya herêmî, teqîna nêzîkî Oxfordê di encama birûskê de çêbûye.

Têkildarî sedemê teqînê daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.

Welatiyên herêmê jî dîmenên agirê ku li esman bilind bûye di torên civakî de parve kirin.

Li gorî BBCyê, di dîmenên li bakurrojavayê bajêr hatine girtin de, xuya dike ku beriya saet 20:00ê şevê ronahiyeke geş tê dîtin.

Welatiyan jî ragihand ku li hinek cihan kareba qut bûye.