Saziya Lûtke: Koçkirina bi rêya Belarûsê gelekî metirsîdar e

03-10-2021
Nîşan Koçber Belarûs Saziya Lûtke Bo Karûbarê Penaberan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Lûtke Bo Karûbarê Penaberan, hişyariyê dide hemû welatiyên Kurdistanê û xelkê Iraqê ku bikaranîna axa Belarûsê bo gehiştina welatên Ewropayê gelekî metirsîdar e.

Serokê Saziya Lûtke Bo Karûbarê Penaberan Arî Celal ji Rûdawê re ragihand ku bikaranîna axa Belarûsê bo gehiştina welatên Ewropayê gelekî metirsîdar e û got: “Ji ber sarbûna keş û hewayê hewqasî din metirsîdar dibe. Bi sedan malbatên Kurd û Iraqî li ser sînorên Belarûsê mane asê û bê nan û av mane, hevdem ji ber serma, bê nan û avî û nexweşiyê çendîn kesan canê xwe ji dest dane.”

Arî Celal got: “Saziya Lûtke bi awayekî fermî ligel aliyên peywendîdar ên Iraqî (Wezareta Koç û Koçberan, Wezareta Derve û Desthilata Firokevanî ya Iraqê) li ser xetê dibe bo vegerandina wan welatiyên mane asê û di demeke nêzîk de vedigerînin.”

Serokê Saziya Lûtke dibêje: “Divê bi ti awayekî welatî nekevin bin bandora wan grûp û taximan ku xelkê teşwîq dikin bi rêya Belarûsê bigihin nav axa Ewropayê, jiyana xwe û zarokên xwe nexin metirsî û gefeke ciddî.”

Polanda nahêle koçber ji Belarûsê biçin welatê wê, bi dirêjahiya 100 kîlometre sînorê ligel Belarûsê têlbend kiriye, rewşa koçberan nebaş e û polîs bi awayekî dijwar ligel wan tevdigerin. Polanda dibêje, tenê di meha Tebaxa îsal de, zêdeyî 2 hezar koçberan ji Belarûsê hewl dane biçin nav welatê wê, ji wê hejmarê nêzîka hezar û 400 ji wan bi zorê bo Belarûsê hatine vegerandin.

Amnesty International jî dibêje, vegerandin koçberan neyasayî ye di demekê de ku ketine nav wî welatî. Lê Polanda rexne paşguh kirine û bi dirêjahiya 100 kîlometre sînorê xwe ligel Belarûsê têlbend kiriye, hezar serbaz jî belav kirine. Niha bi dehan welatiyên Iraqî ku di nav wan de Kurdên Başûrê Kurdistanê jî hene, li ser sînorê Belarûsê mane asê û li benda derfetekê ne daku bikaribin biçin Ewropayê yan vegerin welat.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst