Pakistan: Zû yan dereng Amerîka îtirafê bi hikûmeta Talibanê dike

03-10-2021
RÛDAW
Nîşan Pakistan Efxanistan Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Pakistanê dibêje, zû be yan dereng, dawî Amerîka her divê îtirafê bi hikûmeta Talibanê bike.

Di hevpeyvîneke televizyonî de Serokwezîrê Pakîstanê Imran Khan ragihand ku zû be yan dereng divê Amerîka îtirafê bi hikûmeta Talîbanê bike.

Imran Khan got: “Di vê demê de corekî şokê û lerzîn di medyaya Amerîkî û civînên nav Encûmena Pîran a Amerîkayê de taybet bi Efxanistanê tê dîtin. Amerîka bi tevahî piştî mana 20 salan li Efxanistanê ji vegera Talibanê maye ecêbmayî û niha hemû li hincetekê digerin daku şikestina Efxanistanê bixin stoyê hev.”

Serokwezîrê Pakistanê Imran Khan dibêje, ne rewa ye şikestina Amerîkayê li Efxanistanê bixin stoyê Serokê Amerîkayê Joe Biden û pirsyar kir, gelo Serok Biden dikarî çi tiştekî bike?

Imran Khan dibêje: “Pirsyara mezin ew e, Wilayetên Yekbûyî yên Amerîkayê kengî îtirafê bi hikûmeta Talîbanê dike? Bi baweriya min zû be yan dereng Amerîka her divê îtirafê pê bike. Di vê demê de corekî şokê û lerzîn di medyaya Amerîkî û civînên nav Encûmena Pîran a Amerîkayê de taybet bi Efxanistanê tê dîtin. Ew bi tevahî piştî mana 20 salan li Efxanistanê ji vegera Talibanê maye ecêbmayî û niha hemû li hincetekê digerin daku şikestina Efxanistanê bixin stoyê hev, bi baweriya min ne rewa ye şikestinê bixin stoyê Serokê Amerîkayê, baş e wî dikarî çi bike?.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst