Kanada: Kelûpelên serbazî yên bo Tirkiyê hatine hawirdekirin li Nagorno-Karabaxê tên bikaranîn

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau ragihand ku kelûpelên serbazî yên bo Tirkiyê hatine hawirdekirin li Nagorno-Karabaxê hatine bikaranîn û got: “Derbarê kelûpelên serbazî yên Kanadayê de ku dibe hatibin bikaranîn, Wezîrê Derve lêpirsîn da destpêkirin.”

Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau da zanîn ku derbarê wan îdîayên teknolojiyên firokeyên bê firokevan de ku bo Tirkiyê hatine hinardekirin û li Nagorno-Karabaxê hatine bikaranîn lêpirsîn tê destpêkirin.

Trudeau ji rojnamevanan re got: “Derbarê kelûpelên serbazî yên Kanadayê de ku dibe hatibin bikaranîn, Wezîrê Derve lêpirsîn da destpêkirin.”

Saziya civaka sivîl Project Ploughshares ku navenda wê li Kanadayê ye gotibû, ew droneyên di vîdeoyan de dixuyên ku ji aliyê hêzên esmanî yên Azerbaycanê ve tên belavkirin, bi sîstema dîmengirtin û hedefgirtinê hatine tekuzkirin ku ji aliyê Şaxa Kanadayê L3Harris Wescam ser bi Kompanya L3Harris Technologies LHX.N ve hatine berhemanîn.