Parlamentoya Ewropa xwe ji bo wergirtina penaberên Sûriyê amade dike

03-10-2013
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentoya Ewropa daxwaz ji wleatên endamên Yektiya Ewropa kir ku di wergirtina penaberên sûrî de asankariyê bikin.

Li gorî nûçeya rojnameya El Heyat a çapa Londonê, parlamentoya Ewropa ji welatên Ewropa xwest ku di pêşwazîkirina penaberên sûrî de dudil nebin û ji wan re asankariyê bikin.

Nûnerên saziyên civaka sivîl li parlamentoya Ewropa diyar kirin ku divê  parlamentoya Ewropa û hemû welatên endamên Yektiya Ewropa rê bidin penaberên sûrî da ku li wan welatan bijîn.

Hat zanîn, di civîna hefteya bê ya wezîrên karûbarên hundir ên welatên Ewropa dê mijara wergirtina 12 hezar penaberên sûrî bikeve rojevê.

Tê gotin heta niha 57 hezar û 37 penaberên sûrî daxwaza wergirtina mafê penaberiyê kirine.

Li gorî amaran, ji destpêka serhildana Sûriyê ve heta niha, 14 hezar û 842 penaberên Sûriyê derbasî Almanya bûne, 14 hezar û 83 penaber jî derbasî Swêdê bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst