55 koçber 2 roj in li sînorê avî yê Yûnanistanê asê mane

03-09-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Keştiya ku koçber ber bi Ewropayê ve dibir, ev  2 roj in di Behra Egeyê de asê maye. Di keştiyê de jin jî hene.

Yek ji koçberên ku naxwazî navî wî were eşkerekirin, ragihand wan dixwest ji Tirkiyê biçin Yûnanistanê, lê ev 2 roj in, keştiyan li sînorê avî yê Yûnanistanê asê maye.

Herî dawî bi koçberên di keştiyê de asê maneç roja Înê 2yê Îlonê peywendî hate kirin. Koçberê di keştiyê de da zanîn ku 55 kes bûne, 6 ji wan xelkê Rojhilatê Kurtdistan, 2 ji wan welatiyên Herêma Kurdistanê û yên din jî Efxanî bûne.

Her wiha eşkere kir ku di keştiyê de jin hebûn û rewşa wan xerab e.

Nûnerê Komeleya Koçberên ji Ewropayê Vegeryane Peşrew Ebdullah jî ji Rûdawê re got: “Roja Înê piştî nîvro saet 15:30 keştiyeke koçberan li Egeyê asê maye. Me bi tîmên Ewlekariya Peravê ya Yûnanistanê re têkilî danî û derbarê rewşê de agahî dan wan."

Ebdullah diyar kir ku heta niha ew nizanin ka alîkarî gihiştiye koçberên asê mane yan na.

Serokê Komeleya Penaberên ji Ewropayê Vegeryane Bekir Elî jî diyar kir ku agahî bi dest wan ketiye ku di navbera koçberan de nîqaş derketiye û hinek ji wan jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst