“Tirkiye mafên mirov û dewleta hiqûqê tune dihesibîne”

03-09-2021
RÛDAW
Nîşan Osman Kavala Dunya Mijatovic Konseya Ewropa ya Mafên Mirov
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîsera Konseya Ewropa ya Mafên Mirov Dunja Mijatovic biryara Tirkiyê ya derbarê Osman Kavala de şermezar kir û got Tirkiye mafên mirov û dewleta hiqûqê tune dihesibîne.

Komîsera Konseya Ewropayê Mijatovic di mijara carek din dirêjkirina rewşa girtinê ya Osman Kavala de 2ê Îlona 2021ê li Strasbourgê daxuyaniyek da û dibêje “Kavala bûye qurbana sîstema darizandina Tirkiyê ya ku bi armanca bêdeng kirina rojnamevan, parêzer û kesên mafên mirov diparêzin tê bikaranîn.”

Herwiha Mijatovic di daxuyaniyê de amaje pê kir ku Tirkiye biryarên Dadgeha Mafên Mirov yê Ewropa û Komîteya Wezaretan ya Konseya Ewropayê binpê dike û dibêje “Sîstema Dadê ya Tirkiyê bi awayekî nehatiye dîtin rêgezên bingehîn yên hiqûqa gerdûnî binpê dike.”

Serokê Lijneya Rêveberiya Kompanya Çanda Anadolu Osman Kavala 18ê Cotmeha 2017an hate desteserkirin û nêzîkî 1400 roje girtî ye. Bi tawanên “Hewldana hilweşandina hikûmetê an jî rêgirtina hikûmetê” û “bi awayekî ku şîddet bikar bîne hewla hilweşandina sîstema destûra bingehîn” hate girtin.

Dadgeha Mafên Mirov ya Ewropayê di meha dawî ya 2019an biryar da ku berdewam kirina girtina Osman Kavala binpêkirina mafe û divê bê berdan. Lê Tirkiye ev biryar cîbicîh nekir û hê jî Kavala girtiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst