Li Almanyayê hejmareke zêde Kurdên Rojava xwe ji bo hilbijartinan berbijêr kirine
Almanya (Rûdaw) – Ji bo hilbijartinê şaredarî û encûmenên şaredariyên û encûmenên întegrasyona (xweguncandin) Almanyayê hejmareke Kurd jî xwe berbijêr kirine û Xelîl Bekîr, Helîn Mîro, Narîn Omer, û Hisên Hisên ji wan kesanin ku xwe ji bo Encûmena Întegrasyona kirine berbijêr.
Li Almanyayê ji ber ku mafê hemû penaberan e xwe ji bo encûmenên întegrasyona berbijêr bike wê yekê wiha kiriye ku hejmareke Kurd jî li bajarên cuda xwe bikinn berbijêrên encûmenên întegrasyona.
LI gorî şopandina Tora Medyayî ya Rûdaw, hejareke Kurdên Rojavayê Kurdistanê xwe bi kom ji bo hilbijartinên întegrasyonê berbijêr kirine. Hinek ji wan di nav partiyên Rojavayê Kurdistanê de çalak bûne û hinek jî di nav civaka Kurdî de naskirî ne.
Berbijêrê Grûpa Têkel a Kurdî Xelîl Bekîr dibêje: “Me weke heval got ku baştir e weke her kesî lîsteya me jî hebe. Me got ku çima lîsteya Kurdan jî nebe weke wan miletên din ên ji welatên din hatine. Em bi serê xwe nikarin tiştekê bikin, lê eger miletê me piştgiriya me bike em dikarin bikin.”
Hêlîn Mîro ya 19 salî berbijêra herî genc a Grûpa Têkel a Kurdî û niha berdewamiyê dide xwendina xwe.
Berbijêra Grûpa Têkel a Kurdî Hêlîn Mîro jî got: “Ez di wê baweriyê de me, ku em dikarin ji Kurdên me yên li derê ne bibin alîkar. Divê em ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan bibin alîkar.”
Li bajarê Koln Narîn Omer û Ferîd ku hevjînê hev in û xelkê Efrînê ne, wan jî bêyî partiyekê xwe berbijêr kirine.
Narîn Omer weke xwebexşane di rênîşandana Kurd û xelkê nû diçin Almanyayê de alîkar bûye û dixwaze her serbixwe bimîne.
Berbijêra Encûmena Întegrasyona Kolnê Narîn Omer jî got: “Ez kesekî serbixwe me û ne endamê ti partiyekê me. Min xwest weke Kurd bêne naskirin û vî karî bikim. Keskûkarên min li vê derê gelek in. Eger tu bi lîstiyekê beşdar bibe deng piranî bo kesên di rêza yekem û duyem de diçin.”
Hisên Hisên ku di nav Kurdên akinciyên Bochumê de tê naskirin wî jî di nav lîsteyeke biçûk de xwe kiriye berbijêr.
Berbijêrê Encûmena Întegrasyona Bochumê Hisên Hisên jî wiha axivî: “Me dixwest em weke Kurd bi lîsteyeke azad beşdar bibin. Gelek kes jî dixwazin dengên xwe bidin kesên serbixwe.”
Li gorî şopandinên Rûdawê, Kurdên xwe di hilbijartiên ji bo encûmenên întegrasyona bajarên Almanyayê de kirine berbijêr, bi ser 4 grûpan ve dabeş bûne; lîsteyên Kurdî, kesên bi tenê, di nav lîsteyên partiyên Almanî û lîsteyên hevbeş ên ligel neteweyên cuda.