Holenda koçberekî Sûrî bi tometa terorê dadgeh dike

03-09-2019
RÛDAW
Ew welatiyê Sûrî piştî kuştina hejmareke kes li Holendayê hatiye girtin
Ew welatiyê Sûrî piştî kuştina hejmareke kes li Holendayê hatiye girtin
Nîşan Sûriye Holenda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi yekem car, Holenda welatiyekî Sûrî bi tometa encamdana tawanên şer, dadgeh dike.

Welatiyê Sûrî bi navê Ebû Xidir, hatiye naskirin, bi tometa îdamkirina serbazekî Sûrî, li Holenda tê dadgehkirin.

Ebû Xidir, çekdarekî Eniya Elnusra bû, ku di sala 2012an de, di girtiyeke vîdyoyî de derdikeve, ew û grûpeke çekdarên heman rêxistinê, hejmarek ji serbazên Sûrî îdam dikin.

Ew welatiyê Sûrî piştî kuştina hejmareke zêde kes li Sûriyê, di sala 2014an berê xwe daye Holenda û daxwaza mafê penaberiyê kiribû, û di heman salê de wî mafê penaberiyê wergirtiye.

Dezgeha îstixbarata Almanî, agahî daye aliyên Hollendî li ser wê yekê, Ebû Xidir, ji aliyê dezgehên ewlekarî yê Holendî ve hatiye girtin.

Dibe ku Ebû Xidir bi cezayê heta hetayê yê zîndanîkirinê bê cezakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst