Meymûn siwarê kûçikê dibe û dixwaze wek hespê bajo

Hewlêr (Rûdaw)- Meymûna bi navê “Monkey Boo” siwarê hevalê xwe kûçik Sem dibe û dixwaze wî wekî hespê bajo.

 

Boo, bi hewldaneke pir mezin pişta Sem siwar dibe û naxweze ji pişta wî bê xwarê. Lê di dawî de Sem dixeyîde û wî davêje xwarê.

 

Vîdyo di Youtube de belav bû ku di heman demê de meymûna bi navê Kapuçin jî, dixwaze ku nîşan bide ji kûçikê skoç “Sem” natirse.