Daweta herî sosret a cîhanê: keçikek bi kûçik re hat zewicandin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Hîndîstanê keça bi nave Mangli Munda li pêş 70 kesan bi darê zorê bi kuçik re hate zewicandin.

 

Li gorî nûçeya ku di rojnameya brîtanî Daily Mirror de cih girtiye,  keça bextreşa 18 salî ji rojhilata Hîndîstane ye. Rîspiyên gund di heqê zewicandinê de wiha got: “Heger ew keçik bi kuçik re bizewice dê sîhra ku li ser wê heye dê rabe”

Komek gencên devera Guru di heqê çîroka keçikê de gotin, “ Ev keçik xwedî bexteke reş e. Dema ew bi xortekî re bizewice dê malbata wan wêran bibe.”

 

Bavê keçikê Sri Amenmunda jî got, ji keçika xwe re kuçikek li kolana Şerû, peyda kiriye û domand, “Rûspiyên gund ji me re gotin, divê hûn dawetê di demek kurt de bi cih bînin ji bo em pişrtastkin ku sîhra şeytan  li holê radibe û tenê bi kuçik re ew bizevice dê karibe li wê sîhrê xelas bibe”

Li gorî kevneşopiya wan divê Mangli wî kuçikî mezin bike, heta 3-4 mehan lê baş binere.