Kurdên cihû dixwazin serdana başûrê Kurdistanê bikin

Hewlêr (Rûdaw) – Lêkolerekî îsraîlî yê bi navê Cink Sanîk diyar kir ku gelek kurdên cihû dixwazin serdana zêd û cih û warên xwe li başûrê Kurdistanê bikin lê dewleta Iraqê rê nade wan.

Lêkolerê îsraîlî yê bi navê Cink Sanîk ku endamê Akademiya Moşê Dayan li Îsraîlê ye, ragihand ku bi hezaran kurdên cihû dixwazin serdana başûrê Kurdistanê bikin.

Cink Sanîk diyar kir ku lê ji ber ku qanûnên Iraqê rê nade welatiyên Îsraîl derbasî nav xaka Iraqê bibin, kurdên cihû nikarin serdana başûrê Kurdistanê bikin.

Sanîk daxwaz kir ku ev arîşe were çareserkirin û aliyê mirovî were berçavgirtin çimkî ew xelkê başûrê Kurdistanê ne û nabe ji pêwendiyên mirovî û civakî digel xizmên xwe li zêda xwe bêpar bên hîştin.

Li gorî wî lêkolerê îsraîlî, kurdên cihû bi nasnameya xwe ya netwî û kurdî serbilind in û di merasim û çalakiyên giştî de çalakiyên kurdî li dar dixin û kultura xwe diparêzin.