Fransayê hişyarî da welatiyên xwe: Nesekinin, derkevin!

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Fransa Îran Hişyarî Îsmaîl Heniye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî kuştina Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye, ji ber alozoya di navbera Îsraîl û Îranê de Fransayê ji welatiyên xwe xwest yekser ji Îranê derkevin.

Piştî kuştina Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye li Tehrana, aloziya di navbera Îran û Îsraîlê de gur dibe.

Wezareta Karên Derve ya Fransayê hişyarî da welatiyên xwe yên li Îranê.

Di hişyariyê de ji welatiyên Fransî yên li Îranê hat xwestin ku ji ber metirsiya cidî ya rageşiya leşkerî ya di navbera Îsraîl û Îranê de di demeke herî kurt de ji wî welatî derkevin.

Di hişyariyê de hat bibîrxistin ku tevahiya axa Îranê ji bo geştê hişyarî di asta sor deye û wiha pê de çû:

“Li welatiyên Fransî bi fermî tê şîretkirin ji ber çi sedemê dibe bila bibe neçin Îranê.”

Çi bûbû?

Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye berê sibeha 31ê Tîrmehê li Tehrana paytexta Îranê hat kuştin.

Di serî de Hemas û Îran, gelek welat û aliyên siyasî dibêjin ku Îsraîlê Îsmaîl Heniye kuştiye.

Berdevekê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagari ev angaşt red kirin lê dîsa jî gelek welat û komên çekdar wê tehdîd dikin.

Îsraîla ku ji 7ê Çiriya Pêşîna 2023yan vir ve êrişên xwe yên li Xazeyê didomîne, li ser sînorê bakur jî bi Hizbulaha Libnanê re şer dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst