Jibo ku şer rawest e piyano lêdixe

03-08-2018
Loloxan
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Sûriye Kmapa Yermûk Felestînî Piyano Mûzîk Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sala 2014ê kesekî mûzîkjen li dijî şer û dorpêçên li kolanên kampa Yermûk a Şamê piyano lêdixist, lê piştî grûpên radîkal û çekdarên DAIŞê kampa Yermûk kontrol kirin û muzîk qedexe kirin, mûzîkjenê bi navê Eyhem jî bi rêya muzîka xwe, çîroka karesata Sûriyê pêkêş dike, li ser sehnê dike hawar diqîre û daxwaza alîkarî û piştigiryê ji bo koçberan dike, lê bi baweriya Eyhem tenê Rûsya û Esed dikaribûn xwe bigihînin hawara wan.

 

Kampa Yermûk a koçberên Felestînê ku dikeve sînorê Şama paytexta Sûriyê yek li wan cihan e ku şerekî giran lê derektiye û kontrola wê di navbera hikûmetê û grûpên çekdar de çend caran hatiye guhertin. Di sala 2014ê de li vê derê pianojenê Felestînî Eyhem Ehmed li kolaneke kampa dorpêçkirî ya Yermûkê piano dijenî.

 

Niha Eyhem li parka Chalton a bajarê Wiltshire yê Brîtanyayê konsertekê dide, dixwaze bi rêya muzîk û stranan trajediya Sûriye û gelê xwe bighîne hemû cîhanê.

 

Eyhem Ehmed dibêje: “Muzîkê bo xelkê xwe çêdikim, bo heval û gelê xwe çêdikim, derbarê avê, derbarê kesekî hevjîna xwe di şer de jidest daye, sitranekê li ser hevalekî ku di şer de hat kuştin, muzîka min ser vê karesata ku li Sûryê diqewime.”

 

Eyhemê piyanojen bi rêya muzîka xwe çîroka karesata Sûriyê vedibêje, li ser şanoyê hawar dike, hevsoziyê bo gelê xwe dixwaze, ji bo koçberan dike gazî, lê bi baweriya Eyhem tenê Rûsya û Esed di dawiya karesata Sûriyê de biser dikevin.

 

Ew piyanojenê Felestînî herwiha dide xuyakirin: “Bi baweriya min em ti çareseriyê nabînin, her tişt bi awayekî trajedîk diqewime, Esed û Rûsya di vê karesata har de biser dikevin, lê divê em bikin hawar, dema ku peyamek min a din tune be, divê em bikin hawar, piştî ez pereyan ji vê ahengê kom bikim, careka din ez li muzîkê nadim, ezê felafilan çêbikim an ezê di mckdonalds de kar bikim, ezê dest ji muzîkê berdim.”

 

Sala 2014ê Eyhem dijî şer û dorpêçê li kolanên kampa Yermûk a paytexta Şamê li piyano dida, lê piştî grûpên radîkal û çekdarên DAIŞê kampa Yermûk kontrol kirin, muzîk qedexe kirin, lê Eyhem dijî qedexekirina muzîkê pianoya xwe bikaranî, di dawî de çekdarên DAIŞê pianoya Eyhem li pêş çavê wî di Nîsana 2015ê de şewitandin, piştre Eyhem çû Brîtanya û li Festîvalên Womad a muzîkê li gundên wî welatî peyama xwe bi rêya muzîkê dighîne cîhanê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst