Li Koşka Spî komkujiya Kurdên Êzidî tê bibîranin

Navenda Nûçeyan – Saziya Free Êzidî dê ji civaka nawneteweyî bixwaze ku di dema operasyona rizgarkirina Mûsilê de Kurdên Êzidî bêne parastin.


Biryar e îro li pêşiya Koşka Spî ya Amerîkayê bi armanca bibîranîna salvegera dûyem a komkojiya Kurdên Êzdî, merasîmeke vêxistina mûman birêve biçe.


Saziya Kurdên Êzdî ya ji bo parastina mafê Kurdên Êzdî hat damezrandin ragihand ku îro êvarê bi dema Amerîka merasîmeke taybet bo bi bîrxistina salvegera komkujiya Şingaliyan lidar dixin.


Komeleya Kurd ya li Amerîkayê û rayedarên Amerîkî jî bo merasîmê hatine vexwendin.


Saziya Free Êzidî diyar kir kud ê îro daxwazê ji aliyên navdewletî û saziyên taybet ên mafên mirov û penaberan bikin ku di dema destpêkirina operasyona kontrolkirina Mûsilê de, Kurdên Êzdî û kesên ku di bin destê DAIŞê de ne, bêne parastin.