Mîrê êzîdiyan Mîr Tehsîn Beg ji Rûdawê re behsa rewşa êzîdiyên Şingalê dike

Almanya (Rûdaw)- Mîrê êzîdiyên cîhanê Mîr Tehsîn Beg ragihand ku kurdên êzîdî ji ber şerê DAIŞê di rewşeke xirab de dijîn. Mîr Tehsîn Beg ji Barzanî jî xwest, rê bide kurdên êzîdî bixwe çek hildin û li dijî DAIŞê şer bikin.

Mîrê êzîdiyan Mîr Tehsîn Beg, ku niha li Amanyayê ye, bi telephone li ser rewşa êzîdiyên Başûrê Kurdistanê ji Rûdawê re got, êzîdî niha di rewşeke xirab de ne û zulmek mezin li wan tê kirin. Êzîdî hemû çûne çiyê û hêzên Pêşmerge jî reviyan.”

Mîr Tehsîn her wiha ragihand, di nameyekê de ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî xwestiye rê bide da ku kurdên êzîdî bixwe çek hildin û wiha got: “Lê heta niha ti kesî bersiva me nedaye û êzîdî bi tenê mane.”

Mîrê êzîdiyên cîhanê anî ziman ku çekdarên DAIŞê ketine herêma êzîdiyan û rewşa xelkê jî gellekî xirab bûye û wiha axivî: “Ji ber wê jî min ji Serok Barzanî xwest girîngiyê bide Şingalê û çek û cebilxanê bidin xelkê wir.”

Mîr Tehsîn Beg di berdewamiya daxuyaniya xwe de got ku wî îro ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, hikûmeta Iraqê û dewletên cîhanê kiriye bi hawara kurdên êzîdî ve herin û wiha pêde çû:

“Êzîdî niha di rewşek xirab de ne û em dixwazin ev rewş were çareserkirin. Pêşmerge derbasî wê deverê bibin û me ji vê rewşê derbixin ji ber ku DAIŞê dê her kesî bikuje. Ew serê zarokan jêdikin, jinên me ji xwe re dibin. Bi giştî rewşa Şingalê pir xirab e.”

Mîr Tehsîn Beg da zanîn ku ew ji ber nexweşiyê çûye Almanya û got, eger rewşa tenduristiya min baş ba ezê beriya sê mehan vegeriyabam Şingalê û min dê ew der biparast û ezê bi gelê xwe re bam. Ez îro ji nexweşxanê derketim. Du roj berê ez neştergerî kirim. Ez nexweş im nexwe diviya niha ez li nav gelê xwe de bam. Eger gelê min hat kuştin bila ez jî bêm kuştin.”

Mîrê êzîdiyan her wiha ragihand ku kurdên êzîdî yên li Ewropayê dijîn jî ji ber rewşa êzîdiyên Başûr xemgîn in ji ber wê jî hinek civîn li dar xistin û ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm, Sekreterê Giştî yê NY Ban Kî-Moon, Serokê Amerîka Barack Obama û serokên welatên Ewropayê xwestin alîkariya kurdên êzîdî bikin. Ji ber ku êzîdî di bin gef û tehdîdek mezin de ne. DAIŞ jinan dibin û zilaman jî dikujin.