Ciwanekî ji Rojavayê Kurdistanê li Swîsreyê di golê de xeniqî

Hewlêr (Rûdaw) - Ciwanekî Kurd ê Dêrika Hemko ya Rojavayê Kurdistanê di goleke bajarê Lozanê ya Swîsreyê de xeniqî

Ciwanê bi navê Mîvan Ebdî Bilal ku ji gundê Şekir Xaçê yê Dêrika Hemko bû li bajarê Lozanê dema ku ji bo avjeniyê bi hevalên xwe re diçe golekê di avê de dixeniqe.

Li gorî zanyariyê cenaze Mîvan Ebdî Bilal ê ku ji golê hatiye derxistin rakirine morga nexweşxaneya Lozanê.

Herwiha hat ragihand ku dê di çend rojên bê de cenazeyê ciwanê Kurd ji bo gundê wî yê li Rojavayê Kurdistanê bê şandin.

Li gorî zanyariyên ku ji Rûdawê re hatine ragihandin ev 4 meh in ku ciwanê Kurd Mîvan Ebdî Bilal gihiştibû Swîsreyê.