Li Awustralyayê kuçik ji bo dîtina kelûpelên dîjîtal têne bikaranîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li Awustralyayê kuçik ji bo dîtina kelûpelên dîjîtal têne bikaranîn. Ev core kuçik bi rêya hestê xwe yê xurt yê bêhnê li seranserî Awustralyayê alîkariya polîsan dikin ku amûr û memoriyên tawanbaran bibînin.

Li Canberra ya paytexta Awusturalyayê, kuçik tên perwerde kirin lê ne ji bo dîtina bombe û madeyên hişber, ji bo dîtina amûrên teknolojiyê. Ev kuçik ji corê Keynayne ne.

Rahênerê kuçikan Mark Holmes got, “Ev kuçikên me, zêdetir li USB, mîkroçîp an yan her core amûreke medyaya dîjîtal ku memorî tê de hebe digerin.”

Rahênerê kuçikan flaş memoriyekê di nav amûreke çêkirine qehweyê de vedişêre, her ku kuçik nêzikî dibe hest pê dike û radiweste.

Tiştê ku çavê mirov nikare bibîne, pozê vê keynaynê dibîne. Tawanbar nikarin memoriyên xwe veşêrin, çiqas biçûk be jî.

Perwerde ji ber ku carinan di memoriyan de datayên qedexekirî yên wekî pornografiya zarokan û planên tawanan hene ye.

Kuçikan ji temenê 6 hefteyî ve tînin perwerdeyê.

Rahênerê kuçikan Mark Rice anî ziman, “Em her roj ji sibehê heta êvarê û carinan şevan jî rahênanê dikin. Prose nêzîkî sê mehan dirêj kir heta me karî van segan bo kar amade bikin.”

Ev core kuçik bi rêya hestê xwe yê xurt yê bêhnê li seranserî Awustralyayê alîkariya polîsan dikin ku amûr û mêmoriyên tawanbaran bibînin.

Heta niha li 74 cihan li Awustralya sûd ji van kuçikan hatiye wergirtin û 328 amûr û memorî hatine dîtin.