Amerîka: Nabe ti hêzên biyanî li Lîbyayê hebin

03-07-2020
RÛDAW
Nîşan Amerîka Lîbya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, “nabe li Lîbyayê ti milîs û hêzên biyanî hebin û divê hemû Lîbyayî ji aliyê hêzeke ewlehî ya niştimanî û berpirsyar ve bêne parastin.”

Derbarê rewşa Lîbyayê de, û piştî zêdetirbûna nakokiyên navbera welatên alîgir û piştevanê herdu eniyên li wî welatî, Amerîkayê nûtirîn helwêsta xwe aşkere kir.

Wezareta Derve ya Amerîkayê dibêje: “Piştî civîna hikûmeta Amerîkayê li gel nûnerên hikûmeta Wifaqa Niştimanî û gotûbêjkirina pirsa tevlîkirina milîsan di nava artêş û hêzên ewlehiyê yên wî welatî de, hikûmeta Amerîkayê hevdem li gel cîbicîkirina siyaseta bêalîtiyê derbarê Lîbyayê de, tekez dike ku divê hemû hêzên milîs ên li Lîbyayê tevlî artêş û hêzên ewlehî yên niştimanî yên wî welatî bibin.”

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Divê tevahiya Lîbyayiyan ji aliyê hzêeke niştimanî ya berpirsyar ve berevanî li wan bê kirin û bêne parastin, nabe milîs, grûpên çekdar û hêzên biyanî li Lîbyayê bimînin.”

Ew daxuyaniya Amerîka di demekê de ye, ku Tirkê bi fermî hêz li Lîbyayê heye û ji bilî şandina çek û şêwirmendên xwe yên serbazî, çekdarên grûpên Sûrî jî şandine wî welat û piştgiriya hikûmeta li Trablusê dike.

Herwiha li Lîbyayê çekdarên grûpa Wagner a Rûsî jî hene ku ji serbazên xanenişîn ên Rûsyayê pêk tê û piştgiriya hêzên Hefter dikin.

Piştî rûxana rejîma Muemer Qezafî di sala 2011an de, Lîbya bi ser du hikûmetan de dabeş bûye, hikûmetek li rojavayê welat bi paytextiya Trablusê ku Tirkiye piştgiriya wê dike û Netewên Yekgirtî jî wê hikûmetê bi fermî nas dike û hikûmetek jî li rojhilatê wî welatî bi paytextiya bajarê Binxazî ku general Xelîfe Hefter serokatiya wê dike.

Ji meha Nîsana îsal ve şer û pevçûnên navbera hêzên herdu aliyan gelek zêde bûne, bi taybet piştî ku hêzên Xelîfe Hefter hewl dan, Trablus a paytexta welat bi tememî ji destê hêzên hikûmeta Serrac derxînin û kontrol bikin.

Lê belê hêzên hikûmeta Serrac piştî piştevaniya serbazî ya Tirkiyê, ji meha Gulanê ve dest bi êrîşeke berfireh bo ser pêgehên hêzên Hefter kir û dorpêça li ser Trablus a paytext şikand.

Hêzên hikûmeta Wifaqa Niştimanî herwiha li ser pêşketinên xwe berdewam bû û gelek bajar û bajarok ji destê hêzên Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ku general Xelîfe Hefter serokatiya wan dike, derxistine û niha li ser sînorê bajarê Sirtê ne.

Misir, Îmarat û Rûsya weke piştevanên sereke yên hêzên Hefter tên naskirin. Herwiha Yunan û Fransa jî ji destwerdanên Tirkiyê nerazî ne.

Li aliyê din, Tirkiye piştevanê serekî yê hikûmeta Serrac a li Trablusê ye, herwiha hikûmeta li Trablusê ji aliyê Amerîka, gelek welatên ewropî û Netewên Yekgirtî ve bi fermî tê naskirin.

Li ser rewşa Lîbyayê nakokiyên navbera welatan jî zêde dibin, bi taybet di van rojên dawî de, peywendiyên navbera Fransa û Tirkiyê gelek aloz bûne û berpirsên pilebilind ên herdu aliyan rexneyê tûj li hev digirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst